Li Almanyayê çeteyekî DAIŞ’ê bi tawana qirkirina êzidiyan tê dadgehkirin

Îro li Almanyayê çeteyekî DAIŞ’ê yê ji Iraqê ku bi tawana qirkirin û kuştina zarokekî êzidî hatiye girtin, tê darizandin.

Li Almanyayê çeteyekî DAIŞ’ê bi tawana qirkirina êzidiyan tê dadgehkirin
24 nîsan, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Zilamê ku hikumetê ragihand ku navê wî Taha C. (37) ye, bi tawana pêkanîna sûcên dermirovî, revandina sivîlan û sûcên şer hatiye girtin û dê li pêşberî dadgeha herêmî ya bilind ya Frankfurtê bê dadgehkirin.

Hate diyarkirin ku Taha C. ji sala 2013`an ve tev li nava çeteyên DAIŞ`ê bûbû û heta sala derbasbûyî jî di nava çeteyên li bajarê Reqayê û Iraqê de xwedan gelek erkan bû.

Çeteyê DAIŞ’î bi tawana ku dawiya Gulanê û destpêka Hezîrana 2015`an de jineke êzidî û keça wê ya 5 salî kiriye, paşê ew birine Felûcayê û ew îşkence lê kiriye, tê tawanbarkirin.

Tê destnîşankirin ku dayika êzidî neçar maye bi peyatî biçe û lingên wê bi giranî şewitîn û keça wê jî ji tînan jiyana xwe ji dest da.

Çeteyê DAIŞ’î di dawiya 2019`an de hate girtin û radestî Almanyayê hate kirin.

Hevsera zilamê tawanbar Jennifer Finish beriya salekê bi tawana kuştina jinekê derket pêşberî dadgeha li Munchenê.

Tê zanîn ku li cîhanê ev yekemîn dadgeh e ku hesabê kiryarên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan dike.

(eh)