Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir

Bi dirûşma ‘Di mal de bimîne’ komeke endamên Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gaziyên şer kir da ku rewşa wan a tenduristiyê binasin, her wiha belavokên têkildarî Koronavîrusê jî li wan belav kirin.

Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir
Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir
Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir
Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir
Federasyona Gaziyên şer serdana gaziyan kir
24 nîsan, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmeke ji Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana gaziyên şer li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya hemleya danasîna parastina ji Koronavîrusê (Covid-19) bi dirûşma "Di mal de bimîne" de kir.

Tîm der barê baldariya li ser tenduristiya gaziyan û girtina tedbîrên li ser Koronavîrusê de serdana gaziyên şer kir.

Di serdanê de tîmê belavokên danasîna parastina ji Koronavîrusê, çawaniya xweparastinê û rêbazên berbelavbûna wê de li gaziyan belav kirin.

(fr)

ANHA