Hejmara kesên bi Koronavîrusê dimirin roj bi roj zêde dibe

Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ketine, gihîşt 2 milyon û 716 hezar kesan, her wiha hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye jî ghîşt 191 hezarî.

Hejmara kesên bi Koronavîrusê dimirin roj bi roj zêde dibe
24 nîsan, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn, heya niha li seranerê cîhanê 191 hezar kesî bi vîrusa koronayê ya nû jiyana xwe ji dest daye. Her wiha herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê haletên mirinê çêbûne.

Li seranserê cîhanê heta niha 749 hezar kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûne.

Li hinek welatan hejmara kesên bi Koronavîrusê mirine wiha ye:

DYA: 49 hezar û 736
Îtalya: 25 hezar û 549
Spanya: 22 hezar û 157
Fransa: 21 hezar û 856
Brîtanya: 18 hezar û 738
Belçîka: 6 hezar û 490
Îran: 5 hezar û 481
Almanya: 5 hezar 404
Çîn: 4 hezar û 632