Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin

Li Minbicê beşa yekemîn a pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin
21 nîsan, 2020   17:29
MINBIC

Li gel qedexeya derketina derve ya di çarçoveya têkoşîna li dijî Koronavîrusê de şêx û rûspiyên bajarê Minbicê pêngava komkirina alîkariyan ji bo malbatên hewcedar daye destpêkirin.

Di pêngavê de zêdeyî 60 milyon lîreyên sûrî hate komkirin. Bi van pereyan madeyên xwarinê hatin kirin.

Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê beşa yekemîn a alîkariyên ku şêx û rûspiyan kom kiribû li malbatên hewcedar belav kir. Alîkarî  li gorî lîsteya navên malbatan a ji aliyê komîteyan ve hatibû amadekirin pêk hat.

Alîkar ji "Zeyt, şekir, birinc, makeron, nîsk, çayê, dimsa bacana û penêr" pêk tê.

Pêngava eşîran a komkirina alîkariyan ta bidawîbûna qedexeya derketina derve berdewam e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tyHZqhAp5oo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>