Li Tirkiyê 119 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyê 119 kesên din jî ji ber Koronavîrusê  jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyê hejmara kesên heya niha ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 229.

Li Tirkiyê 119 kesên din ji ber Koronayê mirin
21 nîsan, 2020   17:34
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê yê rejîma Tirk Fahrettîn Koca, tabloya daneyên Koronavîrusê (Covîd-19) parve kir. Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de li 119 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û di 4 hezar 611 kesên din de jî vîrus hatiye tespîtkirin.

Hejmara kesên ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 229 û hejmara kesên heya niha vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin jî bûye 95 hezar û 591.