Rejîm bendên ku danîbûn radike

Piştî şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên Dîfa El-Wetenî de rawestiya, Dîfa El-Wetenî bendên axê ku danîbûn rakirin.

Rejîm bendên ku danîbûn radike
21 nîsan, 2020   15:16
QAMIŞLO

Îro di saetên piştî nîvro de endamên Hêzên Dîfa El-Wetanî ya girêdayî rejîma Sûriyê êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Meqasim Helko ya bajarê Qamişlo kirin û xwestin nuqteyê kontrol bikin.

Li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn şer derket. Dîfa El-Wetenî soz da ku paşde vekişin, li ser vê şer rawestiya.

Dîfa El-Wetanî bendên axê ku nû danîbûn rakirin û li nuqteyên xwe yên berê vegeriyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5cQ-kyYqxKs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>