Peyama hunermendan a têkildarî Zînî Wertê: Pirsgirêkan bi şêwira hemdemî çareser bikin

‘Platforma Hunermendên Kurdistanê bo Banga Yekitiya Neteweyî’ têkildarî aloziya li Zînî Wertê peyamek weşand û îşaret pê kir ku dewletên dagirker Tirkiye û Îran dixwazin hêzên Kurd li ber hev rabin û şerê birakujiyê bidin destpêkirin û banga yekitiya neteweyî kir.

Peyama hunermendan a têkildarî Zînî Wertê: Pirsgirêkan bi şêwira hemdemî çareser bikin
20 nîsan, 2020   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘Platforma Hunermendên Kurdistanê bo Banga Yekitiya Neteweyî’ peyamek weşand. Di peyama hunermendan de wiha tê gotin:

“Her kes dizane ku dewleta Tirk a dagirker, bi konsepteke berfireh, şerê qirkirina gelê kurd bi rê ve dibe. Li çar beşên welatê me, li hember destkeftiyên gelê Kurd şerekî piralî û di her qadê de, di nava seferberiyeke tunekirina destkeftiyên gelê Kurd de, bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî, îstixbaratî, aborî, dîplomasî û hwd dimeşîne. Ev rastiya ji xwe re we armanca şerê hebûn û nebûnê feraset pejirandî.

Di sala 2014’an de, yekane helwesta neteweyî ku, berxwedana Kobanê, Şengalê, Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûr û gelek deveran, anku pêşketina helwest û giyanê neteweyî!, hêvî û omîdeke mezin ji gelê me re avakiribû. Lê gelekî mixabin, hêz û partiyên me, ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî û bandorên hêzên serdest, ew fersend ji dest revandin, her we, nirxandin û xwendina paşeroja “cenga sêyemîn” li Rojhilata Navîn, bi xemxwariya neteweyî nêzîk nebûn e.

Dagirkirina Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê û gelek deverên stratejîk li başûrê Kurdistanê, bêguman ev hemû encama tunebûna yekrêzî û tifaqa hêzên Kurd e!

Di vî şerî bi mebesta tunekirina destkeftî û îradeya gelê Kurd de, dewleta Tirk a dagirker, ji ber tunebuna yekrêzî, tifaq û şêwra yekitiya neteweyî a hêzên Kurdistanî saz nebû ye! Di vî şerê qirkirinê de, li ser gelê me, gav bi gav êriş, komkujî, guhertinên demografî û koçberî pêk tîne.

Di konsepta vî şerî de, gav bi gav dorpêçkirina hêza Kurdan a leşkerî (çi gerîlayên azadiya Kurdistanê be, çi peşmergeyên Kurdistanê be)  heye. Bi hevkariya hêzên hagomonîk ên navneteweyî, her wiha, bi plan, dek û dolabên dagirkeran, hewl didin ku careke dinê di navbera hêzên kurdî de, şerê navxweyî û birakujiyê pêk bînin.

Ji aliyekî de, li başûrê welêt, geşedanên êrişên DAIŞ’ê, roj bi roj li ser herêmê dijwartir dibin,

Ji aliyê din ve jî,  bo xeniqandina şoreşa Rojava, êriş û planên li ser destkeftiyên kurdan li başûrê welêt, bi rejîma sêdara komara îslamiya Îranê re, di nava siyaset û planên qirêj de, amedekariyên dorpêçkirin û têkbirina îrade û destkeftiyên kurdan dikin.

Tevî ku başûrê welatê me, xwedî fermiyeta desthilatdarî û serweriyê ye, bargehên leşkerî ên dewleta dagirker,hem li Başûr hem jî li rojava, her wiha di bin navê şîrket û saziyên karmendan de, liv û tevgera sîxorî û istixbarata Tirk, bi her şêwazî amedekariyên têkbirina destkeftiyên gelê me dikin!. Têkbirina “hêzeke Kurd bi destê hêzeke Kurd” xem û xeyala dewleta Tirk û Îranê ye.

Aloziya di navera hêzên kurdî de, berjewendiya dewleta Tirk û êranê a stratejîk e.

Ev demeke, li devera Zînî Wertê (Başûrê Kurdistanê)  aloziya ku rû daye, bûye cihê metirsîn û fikara gelê me! Em wek hunermendên kurdistanî, di nava xemxwerî û fikaran de ne, em dibêjin: gelo dîsa “şerê birakujiyê” çêbe? Em naxwezin bawer bikin, lê xem û metirsiyên civaka Kurd her roj bêhtir dibin.

Em wek hunermendên ji çar beşên Kurdistanê, ji berî 6 heyvan em bi hekeftinekê rabûn, bo yek rêzî û hevgirtina neteweyî. Em hîn jî di van hewildan û xebatên xwe de bi biryarin û pêdviya vê helkeftinê bo yekitiya neteweyî girîng dibînin. Ger çendî ji ber şewba virusa korona, rewşa ewarte ya cîhanî dijîne hebe jî, em ranewestîne. Em ê livbazî û çalakiya yekitiya neteweyî, berdewam bikin.

Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser wargeha Mexmûrê ku ji ber vê êrîşê welatiyê sîvîl şehîd bûne, şermezar dikin.

Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zine Wartê, em banga lezgîn li Hikumeta xwe , li Parlamanto xwe û hemû rayedarên serwer dikin, em baga partiyên xwe PDK, PKK, Yekitî dikin! Bi berpirsiyarî, li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tev bigerin, pirsgirêkên rûdayî bi dîyalog û şêwira hemdemî li çareseriyê tev bigerin.

Her wiha, banga me ji bo hemû partî û hêzên kurdistanî, mudexeleya çareserkirina pirsgirêkan bikin û di çareserkirin aloziyan de, bi erka xwe rabin.

Dîsa banga me ji bo hemû ronakbîr, zanyar, rûspî û aqilmendên civakê heye ku destwerdan û mudaxeleya çareserkirina aloyizan bikin.

Hêviya me heye ku, hemû sazî, dezgeh, çapemeniya Kurd û hêzên navbihurtî, kesayet û saziyên civaka medenî, bi çalakiya lezgîn destwerdana mijarê bikin. Ev banga me, weku banga hest û vîna gelê me pêşwazî bikin.

Bimire dagirkerî, bijî yekitiya neteweyî.”