Mijarên rojnameyên erebî – 20 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser planên Tirkiyê ji bo dagirkirina xaka Sûriyê, her wiha dosyaya Yemen, şerê Amerîka û Îranê li herêmê û parçebûna di nava komên çete li Lîbyayê de.

Mijarên rojnameyên erebî – 20 Nîsan
20 nîsan, 2020   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: TIRKIYE BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI GIRÊ SPÎ AVA DIKE

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Hêzên Tirkiyê dest bi avakirina baregeheke leşkerî li ser rêya Girê Spî-Reqayê li beramber depoyên Sexrat ên rojhilatê Firatê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh diyar kir ku artêşa Tirk parçeyek ji dîwarê şermê li beramberî gundê Ebdokê beriya du rojan rakir û alav û amûrên kolandinê ji bo avakirina baregehekê derbasî herêmê kir.

Di heman demê de çavkaniyên ji muxalefeta Sûriyê planên Tirkiyê yên nû ji bo fesîleyên Sûrî yên çekdar tev li nava yek artêşê bike û bixe bin serweriya wî, aşkera kir.

Dezgehên çapemeniyê li ser zimanê çavkaniyan destnîşan kir ku Tirkiyê leşkeran ji fesîleyên cuda yên li Idlibê tîne baregehên leşkerî û armanca wê avakirina artêşekê ku fesîleyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê"  û "El-Cebhe El-Weteniye ya Tehrîr" ava bike. Dê ji bo avakirina artêşê Heyet Tehrîr El-Şam bihelîne û tev li artêşa nû bike.

Di heman demê de hêzên Tirkiyê duh li gundê Bisamis ê Cebel El-Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê nuqteyeke leşkeri ya nû ava kir. Bi vê yekê hejmara nuqteyên Tirkiyê li herêmên bêçek ku ji Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê pêk tê, bû 59 nuqte.”

EL-EREB: ÇETEYÊN LÎBYAYÊ LI DIJÎ FERMANDARÊN TIRKIYÊ SERÎ HILDA

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Lîbyayê de nivîsî: "Arîşeya di navbera çeteyên biyanî û yên Sûriyê li Lîbyayê û fermandarên wan ên Tirk û fermandarên milîsên nêzî hikûmeta Wîfaqê zêde dibe, piştî ku Tirkan mûçeyên çeteyan kêm kirin.”

EL-BEYAN: KOALÎSYONA EREBÎ; HÛSIYAN 1096 CARAN AGIRBEST BINPÊ KIR

Der barê agirbesta li Yemenê de rojnameyê nivîsî: "Hêzên Koalîsyoan Erebî li Yemenê duh êvarê ragihand ku milîsên Hûsiyan 1096 caran agirbesta li Yemenê binpê kiriye.

Koalîsyonê diyar kir ku di nava binpêkirinan de kiryarên leşkerî yên dijminane hebûn, çekên sivik û giran û moşekên balîstîk hatine bikaranîn.

Li gorî Skynews a erebî, koalîsyonê diyar kiriye û ew pabendî agirbestê ne, her wiha pabendî hewldanên şandêrê navdewletî bo Yemenê ne.”

ŞERQ EL-EWSAT: ARÎŞEYA DI NAVBERA WASHINGTON Û TEHRANÊ DE LI IRAQÊ KÊM BÛ

Rojnameyê der barê têkiliya DYA û Îranê de wiha nivîsî: "Ev çend hefte ne ku li Iraqê arîşeya di navbera DYA û Îranê de kêm bûye, êrişên bi moşekan, bombebaranên tolhildanê kêm bûne, lê çavdêr hişyar dikin ku dibe ev bêdengî ji bo amadekariyên toreke nû ya pevçûnan be.

Adara bihûrî, dema ku du leşkerên DYA’yê û yekî Brîtanyayê di êrişeke bi mûşekan de hatin kuştin, Wezareta Parastinê ya DYA’yê planek da ber xwe ku bi awayekî tund bersiva komên çekdar bide.

Meha derbasbûyî Wezareta Parastinê planeke berfireh danî ku di heman demê de êrişê bibe ser nêzî 100 baregehên komên çekdar ên Iraqê, bi taybet ên Hizbullahê ku Washington wan bi êrişên li dijî leşkerên rojavayî tawanbar dike. Berpirsekî payebilind ê Iraqê ji ajansa Fransayê re got DYA’yê ji wan re gotiye dê di heman demê de li 122 deveran bide, eger welatiyên wê bêne kuştin."

(bx-kn)