DAIŞ’ê li 3 cihan êrîşî hêzên Iraqê kir

Di rojên dawî de tevgera çeteyan li derdora Kerkûkê zêde bûye. Çeteyên DAIŞ’ê li Kerkûkê êrişî li 3 deverên hêzên Iraqê kir.

DAIŞ’ê li 3 cihan êrîşî hêzên Iraqê kir
20 nîsan, 2020   07:47
NAVAENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ li derdora Kerkûkê zêde bûye. Hema bêje di rojên dawî de rojane çeteyên DAIŞ êrîşî hêzên Iraqê dikin.

Çeteyên DAIŞ duh bi şev li nêzî çiyayê Xere, Meryem Beg û bajarê Ebasiyeyê yên ser bi Kerkûkê ve, êrîşî hêzên Iraqê kir.

Li gorî agahiyên berdest çeteyan êrîşa yekem di saet 23:00’an de li herêma Meryem Beg a dikeve ser bajarokê Ebasiye pêk anîne. Çeteyan li vir êrîşî Lîwaya 16’an a Heşdî Şeebî û polîsên federal yên Iraqê kiriye.

Çeteyan di heman saetê de li Dubizê jî êrîşa dûyem pêkanîn. DAIŞ’ê li nêzî çiyayê Xere a dikeve ser bajarokê Dubiz êrîşî polîsên Iraqê kir. Heya derengiya şevê li vê derê şer di navbera çete û hêzên polîsan de dewam kir.

Heman şevê çeteyan li herêma Tirkelan jî êrîşî hêzên Iraqê kir.

Heya niha li ser êrîşên duh bi şev yên çeteyên DAIŞ’ê, tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Nayê zanîn di encama êrîşan de ziyanek çêbûye yan na.