ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-04-2020
19 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Wargeha penaberan a Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî)… Her çendî li herêmek dûr û xalî bi cih bûne jî, dibin hedefa êrişên artêşa Tirk a dagirker. Niha li pêşberî çavên cîhanê têne topbarankirin û her cûre zulmê ji aliyê qaşo birayên wan ve li wan tê kirin. Ji ber ku zulm, pişaftin û serîtewandinê napejirînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo parastina gelê Kurd "Pêşmerge hatin" ev diruşmeyên bi vî awayî li ser dîwarên bajarê Dêrikê hatin xêzkirin. Lê rastiya wan roj bi roj eşkere dibin. Piştî êrişên li ser Xanesorê, ev koma behsa mijarê êdî ber bi Qendîlê ve diçin da ku bi rêya hin partiyên li başurê Kurdistanê planên Tirkiyê pêk bînin. (BI WÊNE).

- Hevserokê TEV-DEM’ê yê Hesekê Ferhan Dawud  diyar kir ku piştî Koronavîrûs belav bû, metirsî li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan heye. Dawud bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku rê bidin parêzer û malbata Ocalan û rewşa tenduristiya Rêbertî eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo got: "‘Tirkiyê ji mijulbûna cîhanê bi têkoşîna li dijî Koronayê sûdê digire da ku dagirkeriya xwe berfireh bike. Divê civaka navdewletî fişarê li Tirkiyê bike da ku zêdegaviyên xwe yên li djiî herêmên ewle bi sînor bike.‘ (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa bang li partiyên herêma başûrê Kurdistanê kir ku berjewendiyên gelê Kurd di ser nelihevkirinên partiyatî yên teng re bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Li gorî çavdêran, niyeta Tirkiyê heye ku derbarê çeteyên "Tehrîr El-Şam" de serî ji Rusyayê re daxe, lê dîsa Tirkiyê bi rêya guhertina navê vê komê hewla lîstokekê dike, loma êdî rewşa Idlibê bûye mîna xêzkirina sînor di navbera Tirkiyê û Rusya de. Der barê Iraqê de ji ber destka hundir û derve şansên El-Kazimî ji bo avakirina hikûmeta nû bilind bû. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Yek ji cûreyên şînkahiyê ku tê xwarin "Gereng". Şêniyên herêmê di her buharî de deredikevin da ku gerangan berhev bikin. Li ser gerengan stranên hatine gotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA