Rêveberiya Xweser cejna Paskalya pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Paskalya li gelê Suryan, Asur,  Kildan pîroz kir.

Rêveberiya Xweser cejna Paskalya pîroz kir
18 nîsan, 2020   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Paskaya peyamek weşand.

Rêveberiya Xweser got: "Bi boneya cejna Paskalyayê ya ku li gorî rojnameya rojhilat dikeve 19‘ê Nîsana 2020‘an, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Suryan, Asur, Kildan tevahî xiristiyanên Sûriyê û cîhanê pîroz dikin û bi hêvî ne ku xweda xêr û silametiyê li hemûyan vegerîne.

Ji ber belavbûna pandemiya Koronavîrusê em îsal cejnê di nava şertên zehmet de pîroz dikin. Lê ev ji me re nabe asteng ku vê cejnê û resenbûna wê pîroz nekin. Ev cejna pîroz resenbûna adet û kevneşopiyên gelên vê herêmê nîşan dide. Em bi hêvî ne ku ev krîza tenduristiyê derbas bibe."

ANHA