Şaredariya Şêxmeqsûdê nan li şêniyan belav kir

Di dema qedexeya derketina derve de Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê alîkariya şêniyan kir û nan lê belav kir.

Şaredariya Şêxmeqsûdê nan li şêniyan belav kir
18 nîsan, 2020   12:44
HELEB

Şaredariya Gel bi hevkariya Meclisa Şexmeqsûd û Eşrefiyê nan li şêniyan belav kir û hewl dide bi vê yekê barê şêniyan di dema qedexeya derketina derve de  sivik bike.

Berpirsên proseyê parve kir ku rojane 20 ton ard dikin nan lê pêdivî bi 25 tonan heye û muhteml e zêdetir jî bibe.

Hevserokê Şaredariya Gel Azad Husên diyar kir ku piştî tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê hatin girtin, bandor li debara malbatên feqîr kir û krîza aborî bi xwe re anî. Husên da zanîn ku ew wek Şaredariya Gel li gorî derfetên xwe alîkariya şêniyan dikin û heta demeke diyar dê nan û ard ji bo sivîlan werin peydakirin.

Azad Husên destnîşan kir da ku ew xetereya Koronavîrusê derbas bikin, divê alîkariya komîteyên şaredariyê were kirin.

Belavkirina nan dê 2 rojan dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cb1SX8m9E9I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>