Li Filistîn û Îsraîlê daneyên dawîn ên pandemiya Koronavîrusê

Hejmara kesên li Filistînê ji ber Koronavîrusê nexweş ketine, gihaşt 402 kesan, di heman demê de li Îsraîlê jî 148 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 hezar û 855 kes bi vîrusê ketine.

Li Filistîn û Îsraîlê daneyên dawîn ên pandemiya Koronavîrusê
17 nîsan, 2020   11:50
XEZA

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li Difa El-Xerbiye û Qudsê 12 kesên din bi vîrusê ketine. Wezîrê tenduristiyê yê Filistînê Mey Keylê anî ziman ku li Difa El-Xerbiye û Xezayê 69 kes baş bûne, 307 kes jî bi vîrusê ketine û li nava bajarê Qudsê jî 95 kes bi Koronavîrusê ketine.

Her wiha Mey Keylê bi bîr xist ku rewşa nexweşan baş e.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî daxuyand ku li Îsraîlê haletên nû hatine tomarkirin û 148 bi vîrusê ketine. Her wiha wezaretê destnîşan kir ku ji destpêka nexweşî li welat belav bûye û heta niha hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 12 hezar û 855 e, ji wan 182 rewşa wan xeternak e, 129 kes jî li ser menfesê ne û 2 hezar û 967 kes jî baş in.

Malperên Îsraîlê diyar kir ku komîteya wezaretê der barê kêmkirina zextên li dijî şêniyan hatine ferzkirin de destpêkirina xebatê, kirina sporê erê kiriye lê vekirina saziyên perwerdeyê nehat erêkirin.

(eh)