Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe ya 34`an de hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe ya 34`an de bi bîr anî. Ezîz Ereb yekemîn şehîdê pêkhateya Ereb e ku rêgezên biratiya gelan li herêmê danîn.

Şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta xwe ya 34`an de hate bibîranîn
17 nîsan, 2020   11:56
REQA

Îro salvegera 34`an a şehadeta têkoşer Ezîz Ereb e ku di 17`ê Nîsana 1986`an de di nav refên tevgera rizgariya Kurdistanê de şehîd bûye.

Ji bo bîranîna şehîd Ezîz Ereb Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê daxuyaniyek da. Hevser û malbatên şehîdan li Goristana Şehîdên Rûmetê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Destpêkê endamê Meclisa Xeta Rojhilat Izdîn El-Xemîs axivî û got Ezîz Ereb yekemîn şehîdê pêkhateya Ereb e û kevirê bingehîn ê avakirina pergalekê di navbera gelên herêmê de daniye. El-Xemîs wiha domand: "Têkoşer Ezîz digot ez ê Ereb bimirim û bila biratiya gelan li Rojhilata Navîn bijî. Îro jî bi saya wan şehîdan em jiyaneke birûmet berdewam dikin."

Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê Ibtîsam El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Ezîz Ereb hate bibîranîn. Hate destnîşankirin ku bi saya şehîd Ezîz Ereb û bi hezaran şehîdên ku canê xwe ji bo azadî û demokrasiyê feda kiriye, gel bi rûmet bijî.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê de xwîna pêkhateyên Ereb, Asûr, Kurd û Ermen tevlihev bû. Cudahî di navbera wan de tune bûn û hemûyan sond xwariye ku dev ji vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernedin.

(şx)

ANHA