​​​​​​​KCK: Armanc êrişa ser Qendîlê ye

Hevserokatiya KCK’ê li ser êrişên Mexmûr û Zînî Wertê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku armanca hatina Zînî Wertê êrişa ser Qendîlê ye.

​​​​​​​KCK: Armanc êrişa ser Qendîlê ye
17 nîsan, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya KCK’ê îro daxuyaniyek weşand û tê de got “Eger planeke êriş û dagirkirinê ya li ser Qendîlê nebûya, PDK'ê gava ji bo bicihbûna li Wertê nediavêt.”

KCK’ê bicihbûna hêzên PDK’ê li Wertê bi amadekariya êrişa li ser Qendîlê pênase kir û wiha da zanîn: “Ji bilî vê yekê tu wateya bicihbûna PDK'ê li Wertê nîne. PDK bi vî rengî xizmetê ji hesabên dewleta Tirk re dike, ku dewleta Tirk dixwaze PKK û PDK'ê li ber hev rake.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxûyaniya xwe de balkişand ser êrşên li hemwext ên li ser Mexmûr û Zînî Wertê û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di heman rojê de êriş bir ser kampa penaberan a Mexmûrê û qada gerîla Zînî Wertê ku PDK bi hêza leşkerî lê bi cih bûye. Ji ber êrişên bi balafirên şer 3 jinên sivîl û 3 gerîla şehîd bûn."

 

'PKD û DEWLETA TIRK HEMAN POLÎTÎKAYÊ DIMEŞÎNIN’

 

KCK'ê balkişand ser herdû êrişan û got ku di van êrişan de dewleta tirk û PDK bi hevdû re tevdigerin. KCK’ê di derbarê wê hevkariyê de wiha got, “Dewleta Tirk û PDK ji bo belavkirina kampa Mexmûrê polîtîkayeke hevpar dimeşînin. Dewleta Tirk ji ber dilsoziya Mexmûrê ya bi Rêber Apo û PKK'ê êrişê dibe ser wir. PDK jî bi gotina 'bandora PKK'ê li wir heye' hincetê ji van êrişan re dibîne. Ji xwe dewleta Tirk jî van êrişên xwe dispêre van gotinên partiyeke Kurd û bi vî rengî rewa dike.

Kampa penaberan a Mexmûrê kampeke ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, ku li qadeke di bin berpirsyariya Iraqê û Federasyona Başûrê Kurdistanê de ye. Heta niha gelek caran balafirên şer ên Tirk êriş birin ser wê derê, lê ne Neteweyên Yekbûyî, ne Iraq, ne jî PDK li ber van êrişan rabûn. Di êrişa dawî de dewleta Iraqê li ber êrişê rabû û helwesta diviyabû nîşan bida, nîşan da."

Daxuyaniya KCK'ê wiha dewam kir:

 

'PDK DIXWAZE GELÊ MEXMÛRÊ TESLÎM BIGIRE’

 

"Gelê Mexmûrê di sala 2014'an de bi berxwedana xwe ya li dijî DAÎŞ'ê deriyê Hewlêrê parast. Lewma ev helwesta PDK'ê ya li dijî vî gelî ji aliyê ti Kurdî û her kesên xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. PDK xwe li dilsoziya gelê Mexmûrê ya bi Rêber Apo re ranagire û dixwaze gel teslîmî polîtîkayên wan bibe. Gelê Mexmûrê di wê baweriyê de ye; ji ber ku zext û zordariya PDK'ê qebûl nake, dibin hedefa dewleta Tirk. Dibêjin ku ambargo û dorpêçiya 10 mehan ji ber vê yekê didome. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze ku PDK vê ambargoya li ser Mexmûrê rake û li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

 

'ÊRIŞA WERTÊ DI ENCAMA ÎSTÎXBARATA PKD’Ê DE PÊK HAT’

 

Li Zînî Wertê ku PDK bi avakirina baregeheke pêşmergeyan dixwaze qada gerîla dorpêç bike, di êrişa balafiran de 3 gerîlayên me şehîd bûn ku yek ji wan Rojhilatî ye, yek Rojavayî ye, yek jî Bakurî ye. Yekîneya ji 3 gerîlayan pêk dihat çû kampa pêşmergeyên PDK'ê û ji wan re got ku mayina wan a li wir ne rast e û ji wan xwestin ku ji wir biçin. Yekîneya gerîla ya ji 3 kesan ji devera pêşmergeyên PDK'ê çûn û li cihekî nêz bi cih bûn. Rojek piştî ku ji cem PDK'iyan çûn balafirên şer nuqteya lê bûn bombe kirin. Dİ vê êrişê de her sê gerîla jî şehîd bûn. Ev êriş di encama îxbarê de hate kirin. Li nuqteya gerîla ya ku bû hedef ne wargehek heye ne jî zomek. Lewma eşkere dibe ku agahiya li ser cihê gerîla ji nava kampa PDK'ê hatiye dayîn.

Di demekê de ku agahî hatin wergirtin, ku TC û PDK di mijara dorpêçkirina herêma Qendîlê de li hev kirine û wê di demeke guncav de dewleta Tirk êriş bike, PDK li nuqteyeke qadên gerîla bi cih bûye. Ji xwe dewleta Tirk bêyî piştgiriya PDK'ê nikare êrişê bibe ser Qendîlê. Eger planeke êriş û dagirkirinê ya li ser Qendîlê nebûya, PDK'ê gava ji bo bicihbûna li Wertê nediavêt. Tê fêhmkirin ku di şer û aloziyeke dijî gerîla de wê PDK piştgiriya dewleta Tirk bike. Êrişa dijî komeke biçûk a gerîla ya piştî çûyîna kampa PDK'ê vê yekê radixe pêş çavan.

Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd her rê û rêbazê diceribîne. Li ku destketiyeke Kurdan hebe êrişê dibe ser wir. Raya giştî ya Kurd baş pê zane ku piştî referandûma 2017'an a li Başûrê Kurdistanê delweta Tirk helwesteke çawa nîşan da. Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hewl dide tevgerên siyasî yên Kurd li ber hev rake û ev yek jî ji xwe re kiriye rêbazeke esasî. Di vê çarçoveyê de dixwaze PDK û PKK'ê bi hev bide şerkirin. Her wiha zextê li hin hêzên din ên siyasî dike ku li ber PKK'ê rabin.

Têkiliyên navbera Tirkiye û PDK'ê li gel helwesta dewleta Tirk a dema referandûma 2017'an salên dawî zêde bûne. Hewldana dagirkeriyê ya li dijî Xakurkê jî di çarçoveya vê têkiliyê de pêk hatiye. Niha jî li ser bingeha vê têkiliyê hesabên wê dikin ku êrişê bibin ser Qendîlê. Ji bilî vê yekê tu wateya bicihbûna PDK'ê li Wertê nîne. PDK'ê bi vî rengî li gorî hesabên dewleta Tirk ên ji bo rakirina li ber hev a PKK û PDK'ê, gav avêtiye.

 

‘BICIHBÛNA PDK'Ê LI QADÊ DI WATEYA RAGIHANDINA ŞER DE YE’

 

Em naxwazin li dijî ti tevgereke siyasî ya Kurd şer bikin. Em di wê baweriyê de bûn ku şerê navbera partiyên Kurdan bi dawî bûye. Tevî ku gelek helwestên neyînî hatin nîşandan jî em li gorî vê hesasiyeta xwe tevdigeriyan. Lê belê bicihbûna hêza leşkerî ya PDK'ê li qadeke serwer a li Qendîlê wê teqez neyê qebûlkirin. Ji xwe YNK'ê jî di vê mijarê de nerazîbûna xwe nîşan daye. PDK bi bicihkirina hêza leşkerî li Wertê zexta 'ji vir derkevin' li gerîla kiriye. Eşkere ye ku ev yek daxwaza dewleta Tirk e. Ya rast, PDK bi bicihbûna li Wertê li dijî gerîla şer ragihandiye. 3 gerîlayên ku ji bo ji pêşmergeyên PDK'ê re bibêjin ku bicihbûna li Wertê nerast e çûn gel wan, bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Ev êriş jî vê yekê eşkere dike.

 

‘DIVÊ HER HÊZEK BIÇE SER POZÎSYONA XWE YA BERÊ’

 

Bi daxuyaniyên maqûl me xwest ku bi PDK'ê bidin fêhmkirin gava ku avêtine ne rast e, dibe ku rê li ber rageşî û şer veke. Me diyar kir divê her hêz biçe ser pozîsyona xwe ya berê. Lê guh nedan vê nêzîktêdayina me ya bi berpirsî û bihistyarî her wiha rê li ber şehîdbûna 3 gerîlayan vekirin. Mane PDK'ê ya li Wertê ne di berjewendiya Kurdan de ye. Tenê wê rawesta li ser helwesteke wiha be ku pê dijminên Kurd kêfxweş bibin. Ji ber vê, vekişîna ji cihê ku zevt kirine wê di berjewendiya Kurdan de be. Gelê me, raya giştî ya Kurd û hemû dostên Kurdan ji PDK'ê vê hêvî dike.

 

‘MUDAXELEYA HERÎ BAŞ HELWESTA GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ YE’

 

Daxwaza PDK'ê ya mayina  li Wertê ya bi rengê ku Qendîlê dorpêç bike û bibe parçeyek ji êriş û polîtîkayên tasfiyekirinê ya dewleta Tirk, hemû jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd têkildar dike. Êdî  gelê Kurd û raya giştî ya Kurd a bîrewer heye. Ji bo vê guhdana li vê vînê ya hemû hêzên siyasî yên Kurd bi hewceyeke helwesta welatparêz û demokratîk e. Ji ber vê gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend û hemû raya giştî ya Kurd divê diyar bikin ku ew vê rewşa ku wê rê li ber rageşî û şer veke qebûl nakin. Di rewşên wiha de mudaheleya herî baş wê helwesta gelê me û raya giştî ya Kurd be.

 

‘PDK BI RENGEKÎ AŞKERE PÊŞMERGE ŞANDINE SER TEVGERA AZADIYÊ’

 

PDK bi rengekî aşkere pêşmerge şandine ser Tevgera Azadiyê. Aşkere ye ku ev gav tenê di berjewendiya dewleta Tirk û dijminên Kurdan de ye. PDK ji bo gelê Kurd dikeve rewşa şaşî û xefleta dîrokî.  Dixwaze Tevgera Azadiya Kurd jî bikişîne nav şaşiya xwe. Ji vî alî ve pir girîng e ku gelê Kurd, dostên Kurdan û raya giştî bi lezgînî helwesta xwe nîşan bide.

Bêguman em hê jî li bendê ne ku PDK nêzîktêdayineke maqûl û bi çarçoweya êqil nîşan bide. Heta niha helwesta me bi vî rengî bûye. Em hêvî dikin ku ev rageşî biqulibe ser rewşeke baş û nebe sedema rûdanên ku dijminên Kurdan kêfxweş bike. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku şehadeta gerîla jî nebe sedema rageşî û şer lê bibe sedema rewşeke baş.

Ji bo ku encameke wiha derkeve em bawer dikin ku hemû hêzên siyasî yên Kurd, gelê me, raya giştî ya demokratîk û dostên me wê bi rola xwe ya esasî rabin. Em sersaxiyê didine malbatên yên ku li Mexmûrê û Wertê şehîd bûne û sersaxiyê ji bo hemû gelê Kurd dixwazin."