Efrîniyên ku di navbera êrişên Tirkiyê û Koronavîrûsê de mane!

Şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne, di navbera xeteriya Koronavîrusê û topên dewleta Tirk a dagirker de mane.

Efrîniyên ku di navbera êrişên Tirkiyê û Koronavîrûsê de mane!
17 nîsan, 2020   08:08
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM-LÎNDA ŞÊX

Şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne, di navbera xeteriya Koronavîrusê û topên dewleta Tirk a dagirker de mane. Artêşa Tirk a dagirker di meha Nîsanê de bi zêdetirî 400 topên hawan û bi çekên giran êrişî gundên navçeya Şêrawa û derdora kampên koçberan kirin. Bi taybet gundên Aqîbe, Soxanekê, Bênê, Ziyaretê û Dêr Cemal.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a hovane de şêniyê bi navê Mehmûd Seydo yê ku li gundê Aqîbe dimîne birîndar bû. Her wiha leşkerek hêzên hikumeta Sûriyê hate kuştin û yek jî birîndar bû. Li rex wê jî zirarên mezin gihaştin milkên sivîlan.

Di dema ku Rêveberiya Xweser a herêmê bi hemû derfetên xwe yên sînordar hewl dide biryara qedexeya derketina derve bigire, da ku xeteriya koronvîrusê ji herêmê dûr xîne, artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn asta hedefgirtina sivîlan zêde dike. Ji bo ku şêniyan neçar bike ku ji warê wan derxe û li cihekî kom bibin.

Di vî warî de koçberên Efrînê ji ANHA’yê re axivîn. Şêniya bi navê Fatme Hemûş got: "Em di nav Kampa Veger de li gundê Ziyaretê dimînin. Em di nav xeteriya Koronavîrusê û topên artêşa Tirk a dagirker de mane. Em nizanin wê çaranûsa me û zarokên me çi be! Her roj xeteriya mirinê li dora me digere."

Şêniya bi navê Evîn Oso bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistina Rêxistina Tenduristiyê Ya Cîhanî (WHO) kir ku mudexele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyan li navçeya Şêrawa rawestînin.

Her wiha şêniyê bi navê Seydo Îbiş îşaret pê kir ku ji ber ku Tirkiyê û Rûsya li ser Idlibê lihev nekirine, dagirkerî şêniyên Efrînê li navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê dike hedef.

Pirsa ku xwe di vê mijarê de dide pêş, gelo wê çaranûsa şêniyên Efrînê li gel bêdengiya navneteweyî çi be?

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QizZhOevcks" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>