Bîlançoya dawîn a Koronavîrusê li cîhanê

Ruxmî girtina tedbîrên hişyariyê li piraniya dewletên cîhanê, Koronavîrus belav dibe û li dû xwe qurbaniyan dihêle. Li gorî daneyên dawîn hejmara nexweşên vîrusê 2 milyon kes derbas kiriye û zêdetirî 145 hezar kes jî mirine.

Bîlançoya dawîn a Koronavîrusê li cîhanê
17 nîsan, 2020   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji aliyê hejmara miriyan û nexweşan ve herî zêde bandora Koronavîrusê (Covid-19) li DYA’yê zêde ye. Ji 648 hezar û 788 nexweşan 31 hezar û 590 kes mirine. Ji aliyekî din ve rayedaran ragihand ku herî kêm 53 hezar û 489 nexweş jî baş bûne.

Îtalya piştî DYA`yê tê, ji 168 hezar û 941 nexweşan 22 hezar û 170 kes mirine. Piştre Spanya tê; ji 182 hezar û 816 nexweşan 19 hezar û 130 kes mirine. Fransa; ji 165 hezar û 27 nexweşan 17 hezar û 952 kes mirine. Brîtanya; ji 103 hezar û 93 nexweşan 13 hezar û 729 kes mirine.

Li Almanyayê 299 kesên nû ji ber Koronavîrusê mirin. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 3 hezar û 868 miriyan. Her wiha hejmara nexweşan jî gihaşt 133 hezar û 830 kesan.

Li Hindistanê di 24 saetan de hezar nexweşên nû hatin belgekirin û hejmara giştî ya nexweşan gihatş 13 hezar û 387 kesan.

Li Meksîkayê 450 nexweşên nû û 37 mirî ji ber Koronavîrusê hatin belgekirin. Li Swîsreyê di 24 saetan de hezar û 280 kes bi vîrusê ketin û hejmara nexweşan gihaşt 27 hezar û 588 kesan.

Tunisê ragihand ku 24 kesên nû bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 822 û hejmara miriyan bûye 37. Li Mexribê (Fas) 259 nexweşên nû hatine belgekirin.

Îmaratê jî test ji zêdetirî 25 hezar kesî re çêkirin. Her wiha eşkere kir ku 460 nexweşên nû bi Koronavîrusê ketine, 61 nexweş baş bûne û 2 jî mirine.

Li Tirkiyê duh 125 kes ji ber Koronavîrusê mirin û 4 hezar û 801 kes bi vîrusê ketin.

Cezayirê ragihand ku 12 kes ji ber vîrusê mirine û 108 kes pê nexweş bûne. Li Iraqê jî piştî belgekirina 19 nexweşên nû, hejmara nexweşan gihaşt hezar û 434 kesan. 

Li Erebistana Siûdî 59 nexweş ji vîrusê baş bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşên ku baş bûne gihaşt 990 kesan. Lê ji aliyekî din ve 518 nexweş û 4 mirî belge kirin.

(şx)