Mijarên rojnameyên erebî – 17 Nîsan

Dosyaya çekên kîmyewî li Sûriyê bû mijara gengeşiyê di navbera hêzên Rojava û Rûsyayê de. Hinek çavdêr diyar dikin ku Erdogan kaxiza mafyayê bi kar anî û mezintirîn zilamê mafyayê yê li hember muxalifên xwe yên siyasî serbest berda. Pispor dibînin ku lihevkirina petrolê di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de dirêj nake.

Mijarên rojnameyên erebî – 17 Nîsan
17 nîsan, 2020   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa dosyaya Sûriyê, rewşa Tirkiyê û lihevkirina petrolê di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de kir.

 

ŞERQ EL-EWSAT: GIRÊDAYÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI HEMAYÊ, LI KONSEYA EWLEHIYÊ GENGEŞIYA ROJAVA-RÛSYAYÊ

 

Rojnameyên Ereb ên ku îro derketine, behsa gelek mijaran kir, ya herî girîng jî dosyaya çekên kîmyewî. Di vî warî de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Piştî tawanbarkirina Rojava ya rejîma Sûriyê ku çekên kîmyewî li nîveka welêt beriya sê salan bi kar anîne, parçebûna Rûsya-Rojava ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî veguhest Konseya Ewlehiyê. Brîtanya, Almanya û Estonya di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’êy de nerazîbûnên xwe anîn ziman, ji ber ku rejîma Sûriyê ji ber tawanên bikaranîna çekên kîmyewî di sala 2017`an de nehate muhasebekirin. Rûsyayê got rejîmê depoya xwe ya kîmyewî tune kiriye."

Nûnerên her sê dewletan di civîna girtî de ya ku Konseya Ewlehiyê bi rêya vîdeoyê li dar xistiye, nerazîbûnên xwe anîn ziman.  Ruxmî ku gotûbêjên civînê veşartî dimînin lê her sê dewletan gotinên nûnerên xwe di civînê de weşandin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di 8`ê Nîsanê de raporek belav kir. Tê de diyar kir ku artêşa Sûriyê berpirsê êrişên çekên kîmyewî li dijî gundê El-Latamne li bakurê Sûriyê di sala 2017`an de.

Rûsyayê bi rêya dîplomatên xwe reva kir ku ew parêzvanên rêgezên Konseya Ewlehiyê ne. Rûsyayê roja çarşemê axaftina balyozê xwe Vasily Nebenza di civînê de weşand. Vasily Nebenza gotibû: "Çekên kîmyewî yên Sûriyê bernameyeke girtî ye. Depoyên wê ji çekên kîmyewî û karînên wê yên hilberînê hatine tunekirin."

Li rex wê jî Rûsya û Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Washingtonê bikin da ku cezayên li ser Şamê ferz kirine, rake li gel belavbûna Koronavîrusê. Her du van cezayan wekî ku armanc dikin gelê welêt bi temamî qir bikin hesibandin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî ragihand ku ew piştgiriya însiyatîfa serokê Fransayê Emmanuel Macron a agirbesta giştî li cîhanê dikin û girîngiyê bidin têkoşîna li dijî vîrusê.

 

EL-EREB: ERDOGAN BELGEYA MAFYAYÊ DIYAR DIKE DA KU HESABÊN XWE BI DIJMINAN RE SAFÎ DIKE

 

Têkildarî rewşa dewleta Tirk rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Roja pêncşemê ji ber qanûna efûyê serokekî mafyaya dewleta Tirk serbest hate berdan, lewma di nava qada siyasî de nîqaş çêbû, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi dualiya dan û standina bi girtiyan re tawanbar kirin.

Diyar e ku AKP xwe dûrî nîqaşa rasterast a bi rêxistinên sûcdar ên li welat dike ku bi rêya toreyên civakî zext li dijî wan pêk anî û bi vê yekê ev gav avêt.

Dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku Alaattîn Çakici ê ku bi tawana qetilkirin û sûcên din hatibû cezakirin, serbest hate berdan, ji ber vê yekê metirsî heye ku Erdogan serkêşê mafyayê hemberî tesfiyekirina hesbên xwe yên bi muxalifan re keysbaz bike, ji ber beriya niha di salên 80`yî de heman bûyer derketin.

Girtîgehên li Tirkiyê roja çarşema derbasbûyî dest bi berdan girtiyên kir, ji ber parlamenê bi desteka AKP`ê û hevalbenda wê ya MHP’ê efû ragihand.

Girtiyên siyasî neketin ber efûya bi armanca parastina girtiyan ji belavbûna vîrusa koronayê hate ragihandin.

Girîngtirîn girtiyê siyasî yê ku bi îdiaya tev li terorîstan bûye, siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş e ku sala derbasbûyî hate girtin, her wiha fînansman û parêzvanê mafên mirovan Osman Kavala û rojnamevan Ahmet Altan e.

Malperên dewleta Tirk diyar kir ku alîgirên Çakici bi rêya hesabên xwe yên Twitterê gef li rikberê xwe yê bi navê Sedat Peker xwarin.

Lê hin çavkaniyan texmîn kir ku serok MHP’ê Devlet Bahçelî hiştiye ku Erdogan serbestberdana Çakici erê bike, ji ber di 2018`an de serdana wî di girtîgehê e kir û daxwaza serbestberdana wî kiribû.

Tişta balkêş ew e ku efûyê sivîlên bi tawana terorîstiyê yan jî destdirêjiyê yan jî sûcdariya madeyên hişbirê, tundiya li dijî jinan û qetilkirinê negirtin nava xwe. Çavdêr texmîn dikin ku rêxistinên sûcdariyê di pêkanîna kiryarên xwe de xwe dispêrin bazirganiya cinsî, madeyên hişbir û qetilkirinê, lewma Tirkiyê ev efû derxist.

 

EL-BEYAN: JI BO RAKIRINA BENDÊN KORONAVÎRUSÊ ŞEWQA KESK ŞERT E

 

Der barê Koronavîrusê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Bi berdewama belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) re hejmara kesên dimirin û pê dikevin li parzemîna Ewropayê zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo rakirina bendan şewqa kesk şert da.

Gerînendeyê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus bang li dewletên ku dixwazin bendan rakirin, kir ku gelek şertan bi cih bînin. Her wiha destnîşan kir ku divê sivikkirina bendan bi baldarî pêk were û ji bo mîsogerkirina kontrolkirina belavbûnê şert danîn.

Ghebreyesus îşaret pê kir ku divê dewletên ku dixwazin bendan kêm bikin xetereya navendên belavbûnê wekî nexweşxane û navenêdn hemşîretiyê sivik bikin û tedbîrên pêwîst li deverên kar, dibistan û navendên sereke bigirin û bi rêgezên paqijiyê, pîvana pileya germê pabend bin. Her wiha diyar kir ku divê xetereya pêşwazîkirina rewşên nû yên ji derve tên, werin kontrolkirin û kesên ji welatên ku pandeî lê belav bûye tên, werin ezilkirin.

 

EL-EREB: PEYMANA OPEC+ DEMKÎ YE KU DERIYÊ NAKOKIYAN DI NAVBERA BERHEMDARÊN MEZIN DE VEDIKE

 

Têkildarî nakokiyên di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Ne xuya ye ku peymana petrolê ya di navbera welatên mezin ên berhemdarên petrolê yên di hundirê OPEC+ û derveyî wê de demeke dirêj bimîne, nemaze li gel hilweşandina daxwaza di hundirê pazarê de û paşketina bikaranîna wê li gel Koronavîrusê.  Ji ber vê yekê Rêxistina OPEC hişyariyê ji "şokeke pêşwext" kir. Di heman demê de eşkere bû ku ev peyaman tenê ji bo razîkirina siyaseta di navbera Erebistana Siûdî, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye û ne peymaneke ku karibe li ber xwe bide.

Pisporan aktîfbûna peyamên 12‘ê Nîsanê kêm kirin ku bi sponseriya serokê Amerîkayê Donald Trump û bi peywendiyên hema bêje rojane di navbera rayedarên Erebistana Siûdî û Rûsyayê de pêk hat. Ji ber ku ev peyam dereng û hem wextî bandorên mezin ên koronavîrusê li ser aboriya cîhanê hat, ji ber vê yekê reaksiyoneke diyarker di bazaran de çêkir û buhayên wê kêm kir.

 (şx/eh)