Parlemantoya Lîbyayê ji NY‘yê re: Welatê me ji aliyê Tirkiyê ve tê êrişkirin

Serokê Parlemantoya Lîbyayê Eqîla Salih derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser welatê wî de nameyake ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres û balyozên endamên daîm ên Konseya Ewlehiyê ya NY‘ê re şand.

Parlemantoya Lîbyayê ji NY‘yê re: Welatê me ji aliyê Tirkiyê ve tê êrişkirin
16 nîsan, 2020   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê partemantoya Lîbyayê Abdullah Belcîq got, Salih di nameya xwe de gotiye: "Li dijî Lîbya ya ku endameke Neteweyên Yekbûyî ye êrişkên leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve têne kirin ku deryayî û asîmanî bajarê ewle dike hedef. Her wiha Enqere destwerdanê di kar û barên hundirîn ên Lîbyayê de dike, çete û çekan ji bo komên terorîst û milîsên çekdar re ên ku paytex Terablusê kontrol kirine dişînin, da ku li dijî gelê Lîbyayê, parlemantoya hilbijartî ku nûnerê rewa yê tekane yên gelê Lîbyayê û hêzên wê yên çekdar e bêne bi karanîn."

Di nameyê de her wiha hate gotin, destwerdana li pêşiya çavê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî tê kirin binpêkirineke eşkere ji qanûn û biryarên navdewletî ne û hemû biryarên Kongreya Berlîn binpê dike.