​​​​​​​SOHR: Çeteyên Tirkiyê talankirina xweza û şûnwarên Efrînê didomînin

SOHR, diyar kir ku çeteyên Tirkiyê li herêmên Efrînê ku dagir kirine vekolandin û lêgerîna berhemên dîrokî didomînin.

​​​​​​​SOHR: Çeteyên Tirkiyê talankirina xweza û şûnwarên Efrînê didomînin
16 nîsan, 2020   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, çeteyên Sultan Suleyman Şah (Emşat girê Erinda yê dîrokî yê li navçeya Şiyê ya rojavayê Efrînê dikolînin da ku şûnwarên wê talan bikin.

SOHR, diyar kir ku gir hema bêje rojane ji aliyê çeteyên Sultan Suleyman Şah a girêdayî rejîma Tirkiyê ve tê vekolanidn, ji ber kolandina bêser û ber bi awayekî mezin wêran bûye.

Her wiha SOHR, destnîşan kir ku bi dehan darên serû, zeytûn û berû yên li derdora girê ku temenê vedigere zêdeyî 50 salan ve hatin birin.