ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2020
17 nîsan, 2020   04:00

 

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li gel belavbûna Koronavîrusê li cîhanê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê fersend dîtine û êrişî koçberên Efrînê li gundên navçeya Şêrawa dikin. Ev êriş jiyana şêniyan dixe xeteriyê. Ji aliyekê ve neçar dimînin ji ber tedbîrên li dijî koronavîrusê di mal de bimînin û ji aliyek din ve ditirsin ku topbaran malan li ser serê wan hilweşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

DOSYA

 

- Tevî ku di ser avakirina Komara Sûriyê re 74 sal derbas bûn, yanî ev 74 sale leşkerên Fransî ji welat derketine jî, heta niha Sûriye di bin mêtîngerî û dagirkeriyê de ye. Gelo dê gelê Sûriyê di vê qonaxê de jî karibe dagirkeran ji axa xwe derxe ? (BI WÊNE).

 

POLÎTÎKA

 

- Rewşenbîrên kantona Kobanê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ku rewşa tenduristiya girtiyan eşkere nake, qanûnên navdewletî yên girêdayî girtiyan binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) wiha got: “Helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî êrişa Tirkiyê li ser wargehê têrê nake. Her du hikumetên Iraqê û Başûr Kurdistanê berpirsên êrişa Tirkiyê ne.” Eyşe bang li hikumeta Iraqê kir ku asmana xwe li hember firîna balafirên Tirkiyê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

CIVAK Û JIYAN

 

- Piştî qedexeya derktina derve ji bo pêşîlêgirtina Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ferzkirin, her tişt biha bû. Şênî li hemberî vê tiştê li malen xwe zebzeyan diçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek malbatên efrînî yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî herêma Şehbayê bûne, projeyek çandiyekê bi rêve dibin ku salane bi sed hezaran şitlan derdixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA