ICRC: Encamên Koronavîrus wê Rojhilata Navîn li pêşberî krîzeke tenduristî, civakî – aborî ve bihêle

Komîteya Xeça Sor a Navneteweyî (ICRC) got welatên ji ber şer wêran bûne, bi hewcedariya desteka lezgîn in da ku asta belavbûna Koronavîrusê kontrol bikin û xwe ji encamên neyînî amade bikin.

ICRC: Encamên Koronavîrus wê Rojhilata Navîn li pêşberî krîzeke tenduristî, civakî – aborî ve bihêle
16 nîsan, 2020   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Mudirê Herêmî yê Herêm Rojhilata Jêrîn û Rojhilata Navîn Fabrizio Carbone got li Rojhilata Navîn du xeterî hene, ya yekî belavbûna vîrusê li ser qadek fireh li herêmên nakok û nîşaneyên nakokiya civakî û aborî, dibe ku ji ber her du nakokiyan de encamên mirovî cidî derkevin holê.

Fabrizio Carbone destnîşan kir ku wê encamên Covid-19 li herêmên nakok cidî bin. Bi milyonan mirov li gel zaîfbûna warên tenduristî, kêmbûna av û kehrebeyê û tunebûna rêbazên peydakirina debara jiyanê, buhabûn û wêranbûna binesazî tê dikoşin.

Fabrizio Carbone di daxuyaniya xwe de desthilatên Sûriyê, Iraq, Yemen, Xeza, Lubnan û hişyar kirin ku xwe ji encamên wêrankirî û erdhejek civakî û aborî re amade bikin.

(şx)