Gundê Um El-Hoş ji karantînayê hate derxistin

Piştî testa leşkerê  ku derbasî gundê Um El-Hoş bibû negativ derket, Şaneya Aloziyê ya herêma Şehbayê gund ji karantî derxist.

Gundê Um El-Hoş ji karantînayê hate derxistin
16 nîsan, 2020   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerekî ji hêzên hikumeta Sûriyê, çend roj berê piştî ku leşkeriya xwe temam kir, beriya ku tetdîrên pêwîst bên wergirtin û bê ku bi Rêveberiya Xweser koordîne bê kirin çûye gel malbata xwe ya li gundê Um El-Hoş ê Şehbayê.

Tîmên awart testa pêwîst ji wî leşkerî re çêkir, derket ku gumana Koronavîrusê li ser wî heye û ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Li ser vê yekê Şaneya Aloziyê di 10‘ê Nîsanê de gund xist Karantînayê, diviyabû ku karantînayê 14 rojan dewam bikira.

Şaneyê îro diyar kir ku testa PCR a wî leşkerî negative derket ku bi vîrusê neketiyê û gund ji karantînayê derxist.

ANHA