TEV-DEM li bajarê Hesekê alîkarî li malbatên hewcedar belav kir

TEV-DEM‘ê beşa yekemîn a alîkariyan li malbatên hewcedar ên bajarê Hesekê belav kir.

TEV-DEM li bajarê Hesekê alîkarî li malbatên hewcedar belav kir
16 nîsan, 2020   13:37
HESEKÊ

Bi destpêka ragihandina qedexeya derketina derve ve ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tedbîr li dijî Koronvîrusê girtiye, karê hate rawestandin. Ev yek bandoreke neyinî li welatiyên ku debara malbata ji karê xwe yên rojane peyda dikin, kir.

Ji bo alîkariya malbatên hewcedar, gelek insyatîf hatin destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Hesekê 178 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kir.

Endamê Rêveberê yê Buroya Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk  Ferhan Dawud diyar kir ku di rojên bê de wê beşên din ên alîkariyê werin belavkirin..

Dawud destnîşan kir ku alîkarî dê li xekên hewcedar ên bajarê Hesekê, navçeya Şedadê, Erîşa, Çiyayê Kizwan, Tiwêna û Til Beydarê bi rêya meclis û komînan werin belavkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iuF6hBmG4Dc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>