Desteya Tenduristiyê biryara girtina 7 nexweşxaneyên li Qamişloyê taloq kir

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê biryara girtina 7 nexweşxaneyên taybet bi şêweyekî demkî ku li gorî biryaran tev negerîne, taloq kir. Ew jî piştî van nexweşxaneyan bi rêya soznameyekê pêkanîna biryara hejmara 5’an da, pêk hat.

Desteya Tenduristiyê biryara girtina 7 nexweşxaneyên li Qamişloyê taloq kir
16 nîsan, 2020   11:01
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê biryara bi Hejmara 5’an di 13’ê Nîsanê de derxist ku 7 nexweşxaneyên li bajarên Qamişlo û Dêrikê bi awayekî demkî bigirin, ji ber ku li gorî pîvanên diyarkirî tev negerîne.

Bi însiyatîfa TEV-DEM’ê îro civînek li Desteya Tenduristiyê li dar ket. Di civînê de hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Yekitiya Bijîşkan, hevserokatiya TEV-DEM’ê, hevserokên Yekitiya Bijîşkên Qamişlo û hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê amade bûn.

Di civînê de li ser taloqkirina biryara girtina 7 nexweşxaneyên li Dêrik û Qamişloyê, sozname û biryarên derketine hatin nîqaşkirin.

Di heman çarçoveyê de îro li pêş Nexweşxaneya Ferman a Qamişloyê civînek çapemeiyê hate lidarxistin. Di civînê de endamê rêveber ê nexweşxaneyê  Îyad Abdulkerîm piştî civîna bi Desteya Tenduristiyê re, taloqkirina desteyê ya biryara girtina nexweşxaneyan eşkere kir.

Îyad Abdulkerîm diyar kir ku TEV-DEM, Rêveberiya Xweser û Yekitiya Bijîşkan li biryara girtina nexweşxaneyên li herêmê vegerîn. Abdulkerîm wiha got: "Biryara Desteya Tenduristiyê hat taloqkirin û dê nexweşan pêşwaz bikin."

Îyad Abdulkerîm spasiya TEV-DEM’ê, Rêveberiya Xweser û Yekitiya Bijîşkan kir û diyar kir ku dê nexweşxane heta 4 rojan nexweşan bê pere derman bikin û piştrast kir ku dê li gorî biryarên Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê tev bigerin.

(fr)

ANHA