Komîteya Sotemeniyê bi rêya komînan sotemeniyê belav dike

Bi armanca parastina ji Koronavîrusê û da ku şênî kom nebin, Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê û meclisa navçeyê benzîn bi rêya komînan li şêniyan belav kir.

Komîteya Sotemeniyê bi rêya komînan sotemeniyê belav dike
Komîteya Sotemeniyê bi rêya komînan sotemeniyê belav dike
Komîteya Sotemeniyê bi rêya komînan sotemeniyê belav dike
16 nîsan, 2020   11:16
HESEKÊ-BASIL DEXÎL

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve hate ferzkirin, Rêveberiya Xweser û komîteyên tenduristiyê yên hemû bajaran parastina ji Koronavîsurê dikin.

Meclisên navçeyan da ku hewcedariyên şêniyan bi cih bikin, bi rêya komînan dixebitin û di vî warî de Komîteya Sotemeniyê û meclisa navçeya Şedadê benzîn li welatiyan belav kir.

Komînan navên malan tomar kirin û paşê 20 lître benzîn bi buhayê 105 lîreyên Sûriyê belav kirin.

Endamê Komîteya Sotemeniyê ya Şedadê Elî Seîd diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ragihand, li pêşiya stasyonan zêde qerabalix û kombûn çêbû. Seîd bal kişand ser tedbîrên hatine girtin û got: "Di dema qedexeyê de ev gaveke baş e, bi rêya komînan made li şêniyan tên belavkirin, her malbatek 20 lîtreyan werdigire, di heman demê de dê ev kar bi şeklekî dewrî dê were kirin."

Hevserokê komîna gundê El-Herîrî Ewad Abdullah jî got şêniyan gilînameyên têkildarî kêmbûna sotemeniyê pêşkêş kirine, li ser vî esasî hevkarî di navbera komîn, meclisa navçeyê û Komîteya Sotemeniyê de çêbû û sotemenî li şêniyan hate belavkirin, bi vî awayî welatî li pêşiya stasyonan kom nabin û selametiya wan jî tê parastin.

Ewad Abdullah piştrast kir ku bi vê yekê biryara qedexeya derketina derve zêdetir bi cih tînin û şêniyan jî erênî nirxand.

Hêjayî gotinê ye ku li naveçyê û gundewarên wê heta niha 12 hezar malbatan sûd ji belavkirina sotemeniyê dît.

(eh)

ANHA