​​​​​​​Meclisa Şengalê: Rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê kir ku rê li ber êrişan dewleta Tirk a dagirker bigirin û destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê û ya Başûr ji êrişan berpirs in.

​​​​​​​Meclisa Şengalê: Rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin
16 nîsan, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di dîrokê de  dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe li dijî hebûna gelê Kurd û her civaka ku li azadiyê  bigere, derketiye. Li her devera ku gelê Kurd lê bûye xwedî îrade, êrişî wan dike. Dewleta qirker a Tirk hebûna xwe bi tunekirina Kurdan û gelê  azadîxwaz  dibîne, lewra bê navber êrişî gelê berxwedêr ê Mexmûrê dike ku zilma Tirkan qebûl nekiriye.

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê cihê şermezariyê ye ku di bin serweriya wan de gelê sivîl bi êrişên balafiran tên qetilkirin. Pêwîst e Iraq serweriya xwe biparêze. Em wek berpirsiyarên yekemîn ên van êrişan hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê dibînin.

Di dawiyê de em dibêjin bi êrişan û gefan wê tu kes nikaribe rê li ber hedef û armancên me bigire û heya dawiyê em ê bi gelê xwe ê Mexmûrê re bin. Êşa me, armanca me û xwesteka me û ya gelê Mexmûrê yek e, ew jî jiyaneke azad e.”