Mijarên rojnameyên erebî – 16 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Idlibê, her wiha geşedanên li Idlibê û hewldanên Fransayê yên agirbesta cîhanî de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 16 Nîsan
16 nîsan, 2020   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: TEHRÎR EL-ŞAM DITIRSE KU TIRKIYE LI IDLIBÊ DEST JÊ BERDE

 

Rojnameyên erebî der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî, bi taybet der barê rewşa li Idlibê de. Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Van rojan, di nava refên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de liv û tevger û fikar zêde bûne, tirseke mezin heye ku Tirkiye bikeve bin fişarên Rûsyayê û bixwaze Tehrîr El-Şam bide aliyekî, jixwe ev yek ji mercên lihevhatina aigrbesta Idlibê ye ku beriya mehekê dest pê kiriye.”

Çavkaniyên li Idlibê û derdora wê dibêjin ku komên di bin banê Tehrîr El-Şam de hêzên xwe li herêmên di bin destên wan de belav kirine, di heman demê de Tirkiyê jî hêzên zêde dikişîne herêmê.”

Çavkanî dibêjin ku Tehrîr El-Şam di nava du rojên dawiyê de dest bi girtina kesên dijber ên di nava refên wê de kiriye, her wiha 3 alayên leşkerî yên nû ava dike, bendên kontrolê, bi taybet ên nêzî rêya navdewletî M4 asê dike. Xuya ye ku ev hemû amadekarî û tedbîrên wê ne ku dibe Tirkiye êrişeke li dijî wê pêk bîne, wê bide alî û hin hêzên din bide pêş.

Liv û tevgera Tirkiyê tirs û guman xistiye nava serkirdeyên Tehrîr El-Şam ku dibe Tirkiye pişta xwe bide wan. Jixwe piştî rêzekiryarên kuştina lîder û endamên komê, êdî ev tirs û guman zêde bûne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku dadwerekî Tehrîr El-Şam û kesekî li bajarê Kefer Texarîm ê bakurê rojavayê Idlibê, di teqîne bombeyekê de hatin kuştin.

Çavdêr dibêjin ev rêzekuştinên li endam û lîderên Tehrîr El-Şam, ji lihevhatinên Rûsya û Tirkiyê ne dûr in, bi taybet ku hinek lîderên komê li dijî van lihevhatinan in û naxwazin desthilata xwe li herêmê winda bikin.

 

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ LI BAJARÊ MIÊTÎQA NAVENDEKE SEREKE YA TIRKAN RÛXAND

 

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan êriş birine ser karwanekî leşkerî yê milîsan li nêzî baregeha El-Wetiya (rojava) û li wir odeyeke operasyonan a Tirkan a sereke hiweşandiye, ev ode li baregeha hêzên asmanî ya Miêtîqa ya li navenda Terablusê ye, di vê navberê de çavkaniyên agahdar ji El-Beyan re ragihand ku çeteyên Tirkiyê û milîsên hikûmeta Wîfaqê amadekariyên xwe dikin ku êrişî bajarê Tirhûna yê başûrê Trablusê bikin, bi alîkariya hêzên asmanî yên Tirkiyê.

Navenda ragihandinê ya odeya El-Kerama ya girêdayî artêşa Lîbyayê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên asmanî êriş birine ser karwanekî ku hewl dida êrişî baregeha El-Wetiya bike. Daxuyaniyê diyar kir ku karwan ji 20 maşînên leşkerî pêk dihat û tevahî hatine rûxandin.

Li aliyekî din hêzên operasyona Ecdabya, ya girêdayî artêşa Lîbyayê êriş birin ser odeya operasyonên milîsan û çeteyan a li baregeha asmanî ya Miêtîqayê. Aqîla Sabir berpirsê ragihandinê yê hêzên Ecdabiya got artêşa Lîbyayê piştî şopandin û çavdêriyê, odeyeke operasyonê ya şêwirmendên Tirk topbaran kiriye ku amadekariyên êrişa li dijî artêşa Lîbyayê dikir.

Sabir piştrast kir ku wan depoyeke cebilxaneyê jî ku nû ji Tirkiyê hatibûn, topbaran kir, her wiha bingeheke firîna dronan jî.

 

ŞERQ EL-EWSAT: FRANSA JI BO "AGIRBESTEKE CÎHANÎ" G7’AN DILIVÎNE

 

Rojnameyê nivîsî: "Îro lîderên dewletên G7 (Koma Heftan) dê bi rêya tora vîdeoyê mijara hewldanên pêşîgirtina vîrusa koronayê (Covid-19) gotûbêj bikin, di heman demê de serokê Fransayê Emmanuel Macron dê hewl bide van dewletên mezin ên Konseya Ewlehiyê bilivîne ku "agirbesteke cîhanî" bê erêkirin.

Hewldana serokê Fransayê dê bibe piştgirî ji banga sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio  Guterres ya 23`ê Adarê re ku tê de doza agirbesteke cîhanî kiribû da ku sîstemên tenduristî yên welatan ji ber şer tune nebin.

Macron ji rojnamevanan re got: "Fransa piştgiriya daxwaza Guterres dike, tişta em hêvî dikin ew e ku 5 dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê di cîvîna pêşî de bikarin rewşê binirxînin û piştgiriya vê daxwazê bike, her wiha fikarên xwe bînin ziman, bi hêvî me ku di rojên pêş em vê yekê bikin."

Serokê Fransayê got ku welatê wî herî zêde ji nexweşiya Koronavîrusê zirar dîtiye, her wiha da zanîn ku serokê Amerîkayê Donald Trump, yê Çînê Şî Çînpîng û yê Brîtanyayê Boris Johnson jî ev hewldan erê kiriye û ew "piştrast e ku dê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî erê bike. Wê çaxê em dikarin vê bangê bi awayekî fermî û bi hêz ragihînin.” Macron hêvî dike ku çend saetên bê de Pûtîn vê bangê erê bike."