Şêniyên Hesekê bang li hikumeta Sûriyê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re kar bike

Şêniyên Hesekê ji ber tevlihevî û paşguhkirina li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de bi gilî û gazinc in. Şêniyan banga koordîneyê bi Rêveberiya Xweser re kirin. Her wiha şêniyan ji ber xizmeta ku Rêveberiya Xweser ji gel re dike spas kirin.

Şêniyên Hesekê bang li hikumeta Sûriyê kirin ku bi Rêveberiya Xweser re kar bike
16 nîsan, 2020   08:03
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM-SALIH MIHEMED

Koronavîrus bi lez li gelek dewletên cîhanê belav dibe. Ji ber wê rojane bi hezaran kes dimirin. Ji bo rêgirtina li pêşiya derketina wê li herêmê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên hişyarên girtin. Dewama dibistan û saziyan taloq kirin, deriyên sînor girtin û qedexeya derketina derve li tevahiya herêman ferz kir.

Biryara qedexeya derketina derve li herêmên Rêvebeirya Xweser bi rêjeya ji sedî 90 pêk hat. Li gel girtina kafê, xwaringeh û gelek dikanên bazirganiyê. Tenê hinek dikan mîna dikanên frotina madeyên xwarinê û firin ji biryarê istisna bûn.

Lê li herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de, qedexeya derketina derve bi awayekî baş nehate girtin. Gelek dikan û kafê hatine vekirin.

Ji ber wê şêniyên bajarê Hesekê ji tevliheviya di herêmên Çargoşeya Ewlehiyê tên binavkirin de bi gilî û gazinc in. Leşkerên hikumetê ji bajêr bê kontrolkirina tenduristî diçin û tên.

Şêniyên ku ji vê rewşê nerazîbûn ji ANHA’yê re axivîn.

Şêniyê bi navê Ebdullatîf Sadî ji şêniyên taxa El-Salhiye got: "Em hêvî dikin ku koordîneyek di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de hebe. Ji ber ku ev nexweşî xedar e. Divê hikumeta Sûriyê leşkerên xwe di testên pêwîst re derbas bike beriya ku bikevin herêmekê û dema jê derdikevin."

Sadî spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber tedbîrên girtine û ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên xwe. Sadî qedexe ji bo welatiyan erênî nirxand.

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Mihemed ji şêniyên taxa El-Nasre got: "Divê welatiyên ku ji herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de tên, ji hêla Rêveberiya Xweser an hikumeta Sûriyê ve di testên pêwîst re derbas bikin. Ji ber ku eger ev nexweşî derbasî herêmên me bibe wê bibe sedema kerasetek mezin."

Mihemed bang li dewletên cîhanê kir ku alîkariyên tenduristî ji herêmê re pêşkêş bikin da ku xwe ji Koronavîrusê biparêzin.

Her wiha Mihemed şêniyên ku biryarên Rêveberiya Xweser dane tînin cih, spas kir.

Şêniyê bi navê Ridwan Mihemed got: "Hikumeta Sûriyê girtina tedbîrên pêwîst li herêmên di bin kontrola xwe de paşguh dike. Tevî wê jî ji ber sedemên ne diyar naxwaze bi Rêveberiyê re koordîne bike. "

Ridwan Mihemed wiha domand: "Leşkerên hikumeta Sûriyê bê çavdêrî tevdigerin. Ev jî metirsî çêdike ku nexweşiyê di kantonan de belav bibe."

Ridawn Mihemed di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku dikan li herêmên Rêveberiya Xweser bi rêjeya ji sedî 80 hatine girtin. Lê li herêmên din bin kontrola hikumeta Sûriyê de dikan vekirine. Ev jî tiştek neyînî ye bi taybet ji ber ku li herêmê amûrên tenduristî û dermanên pêwîst kêm in.

Di dawiya gotinên xwe de Ridwan Mihemed bang li hikumeta Sûriyê kir ku bi Rêveberiya Xweser re koordîne bike da ku rê li pêşiya belavbûna Koronavîrusê  bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2p6XwsjWuTg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>