Li DYA’yê di rojekê de 2 hezar û 600 kesan ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da

Di nava 24 saetên derbasbûyî de li DYA’yê 2 hezar û 600 kesan jiyana xwe ji ber Koronavîrusê ji dest da.

Li DYA’yê di rojekê de 2 hezar û 600 kesan ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da
16 nîsan, 2020   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 2 hezar û 600 kesan jiyana xwe ji ber Koronavîrusê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da û li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkins di nava welatên cîhanê de yekemîn car e ku di rojekê de hejmareke ev qas zêde tê tomarkirin û hejmara giştî ya qurbaniyan gihaşt 28 hezar û 326 kesan.

New York devera herî zêde şewba koronayê lê belav bûye ya DYA`yê ye, lê hejmara nexweşan kêm dibe, her wiha hejmara kesên hewcedariya wan bi nexweşxaneyan heye jî kêm dibe.

Komîteya Tenduristiyê ya Çînê îro ragihand ku li Çînê 46 kesên din bi vîrusê ketine û heman hejmara roja berî wê ye. Tê zanîn ku Çîn kesên bi kuxikê ketine yan germahiya laşê wan bilind bûye, pêşwazî nake.

Her wiha di banga komeleyên civaka sivîl li herêma dewletên li ser Kendavê ku dorpêçê rakin û di zûtirîn demê de tedbîrên ji bo veguhestina kel û pelan û bi taybet madeyên sereke, hêsan bike.

Her wiha hat gotin ku rewşa niştecihên wan herêman bi zêdebûna buhayan re ji ber tedbîrên bazirganan di dewletan de, pir zehmet e û hat destnîşankirin ku dorpêç bi zanebûn li ser gelê herêmê heye.

Girêdayî mijarê serokê DYA’yê Donald Trump roja çarşemê got hikûmeta wan hewl dide diyar bike ku Koronavîrus ji kargehekê ji bajarê Wuhan ê Çînê derketiye. Wezîrê karên derve yê DYA’yê Michael Pompeo jî got divê Pekîn tişta ku dizane bibêje.

Kanala Fox News îdia kir ku Koronavîrus di kargeheke li Wuhan de weke çekeke biyolojîk, lê belê weke hewldaneke ji Çînê ku xebata xwe di tunekirina vîrusan de diyar bike û ku ew dikare bi ser DYA`yê bikeve, hatiye çêkirin.

eh-bx