Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin

Li ser giliyên şêniyên navçeya Şedadê û gundên girêdayî wê ku miqdara nan kêm e, Komîteya Aborî û Rêveberiya Firinan miqdara ardê ku ji firinan re pêşkêş dikin, zêde kir.

Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
Li Şedadê miqdara ardê ji bo firinan hat zêdekirin
16 nîsan, 2020   07:22
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Rûxmî ku firin li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê hene, lê giliyên şêniyên navçeya Şedadê di vê dawiyê de ji ber kêmbûna nan zêde bûbûn. Welatî neçar diman ku bi saetan li dorê bisekinin heta ku tûrekî nan bi dest bixin.

Firina kooperatîf a ku Rêveberiya navçeyê vekiriye, nan li zêdetirî 50 komînan û 15 gundên li xeta rojavayê gundewarên Şedadê ku niştecihên wê zêde ne, belav dike.

Di nav gundên navçeyê de ji gundê El-Ewed ê Şedadê heya gundê El-Reşîdiye derdora 50 hezar niştecih hene.

Li ser giliyên şêniyan ên domdar Komîteya Aborî û Rêveberiya Firinan a Şedadê miqdara ardê ku ji firinan re pêşkêş dikin, zêde kir û kir 12 ton. Beriya niha tenê 4 ton bûn.

Rêveberê Firina Kooperatîf Abdullah El-Riwêşid ji ajansa me re diyar kir ku bi hevkarî û koordîneya Komîteya Aborî û Rêveberiya Firinan zêdekirina miqdara ard hate erêkirin, da ku miqdara hilberîna rojane zêde bibe û li şêniyan bê belavkirin û ji bo ku kombûn li pêşiya firinan çênebe.

El-Riwêşid bal kişand ser ku girteka ku girtine ya zêdekirina miqdara ard wê bidome. Heta ku nan ji şêniyan re peyda bibe û pirsgirêk carek din dubare nebe. El-Riwêşid destnîşan kir ku xebitandina firina Mergede hişt ku ev miqdar zêde bibe. Her wiha bû alîkar ku miqdara nan a ku ji wan re hatiye diyarkirin li ser xeta rojhilatê navçeya Şedadê were belavkirin.   

Şêniyê ji gundê El-Becdelî Casim El-Dexîl destnîşan kir ku şênî ji ber peydabûna nan kêfxweş û razî ne berovajî rojên derbas bûyî û got: "Êdî nan rojane digihêje wan. Ew jî zext li ser firinan û asta kombûna şêniyan li ber firinan kêm kir."

El-Dexîl kesên ku bi vê karê rabûne spas kir û hêvî kir ku hertim ji wan re nan pêşkêş bikin bi taybet ji ber ku Remazan nêz e û got: "Şêniyên gundan qedexeyê pêk tînin ji bo parastina herêmê ji Koronavîrusê. "

Şêniyê bi navê Musa El-Ehmed ê ji gundê El-Becdelî spasiya aliyên ku vê gavê avêtine kir ji ber ku kêmbûna nan dibû sedema ku şênî li ber firinan kom bibin. Ev jî ne li gorî perspektîvên Şaneya Aloziyê û biryarên Rêveberiya Xweser in ên li dijî Koronavîrusê. El-Ehmed bal kişand ser ku biryara zêdekirina nan ji mutemedan re girtekek hişyarî ye û spasiya hewldanên aliyên ku ev kar meşandine, kir.

Di dawiyê de El-Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku pakêtên xwarinê di zûtirîn demê de li kesên ku ji qedexeyê zirar dîtine, belav bike, ji ber ku malbat bi hewcedariya wê ne.

(şx)

ANHA