Emar El-Hekîm êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir

Serokê Şepêla El-Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û got "Em tekez dikin ku divê hikûmet berpirsyariya xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne."

Emar El-Hekîm êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir
16 nîsan, 2020   06:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker duh (çarşem) komkujiyek li dijî niştecihên Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a başûrê Kurdistanê pêk anî. Balafirên keşfê kamp bombebaran kir û di encama wê de 3 jin şehîd bûn.

Êrişên dewleta Tirk li Iraq û tevahî Kurdistanê rastî hêrsa gel hatin. Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên Iraqê Abdullkerîm Xelef got bombebarana dewleta Tirk karekî dijminatî ye.

Serokê Şepêla El-Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar El-Hekîm li ser malpera xwe ya Twitterê êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kir û got: "Bi navê çi dibe bila bibe  binpêkirina xaka Iraqê nayê qebûlkirin. Çawa balafirên şer ên nenas kampeke qezaya Mexmûrê bombebaran kir."

Emar El-Hekîm wiha pê de çû: "Em van binpêkirinên ji aliyên cuda ve şermezar dikin. Em tekez dikin ku divê hikûmet erka xwe li beramberî van binpêkirinan bi cih bîne."

Şepêla El-Hikme ya Nîştimaî ji partiyên siyasî yên Iraqî ye. Di Tîrmeha 2017`an de ji aliyê Emar El-Hekîm ve hate damezirandin û heta niha serokatiya wê dike.

(bx)

ANHA