​​​​​​​KNK’ê banga diyalogê li YNK û PDK’ê kir

KNK’ê bi daxuyaniyekê bang li PDK û YNK’ê kir ku hêzên xwe yên ne pêwîst ji Zînê Wertê vekişînin û pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin.

​​​​​​​KNK’ê banga diyalogê li YNK û PDK’ê kir
16 nîsan, 2020   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî aloziya li Zînê Wertê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Tevahiya cîhanê, niha li hemberî vîrusa koronayê bê çare maye. Cîhan di nava rewşeke aborî, rêveberî û saxlemîyê de derbaz dibe. Hemû xelkê cîhanê li bendê ne ku çareseriyek ji bo vê derd û nesaxiyê bê dîtin û mirovahiyê ji vê karesata kujer rizgar bike. Bêguman Kurdistan û xelkê wê jî ji vê rewşê ne dûr in. Tevî pirsgirêk û arîşeyên aborî, siyasî û rêveberiyên xwe ev derd û nesaxiye jî hatiye ser. Lê mixabin di vî demê nazik de PDK û YNK, ku du hêzên ser destên Başûrê Kurdistanê ne û perpirsiyariya rêveberî û parastina xelkê Kurdistanê li ser milên wan e, li Zînê Wertê hêzên xwe yên çekdar li hember hev du kom dikin. Vê helwestê strês û matmayînek bi tirs li gel gelê me çêkiriye.

Birînên şerê navxwe hêj nehatine pêçan. Komkirina hêzan li hemberî hev û şerê medyayî xelkê Kurdistanê kiriye nava rewşek ne aram û herwiha şerê qirêjê navxwe li bîr tîne.

Ev rewş, ji bo dagîrker û neyarên Kurdistanê derfeteke ku herdem xewn pê ve dîtine û kar ji bo kirin e. Vaye, her di vê rewşê de, dewleta Tirk çend carek bombarana wê deverê û Qendîlê kir. Di heman demÊ de bi balafirên xwe yên şer êriş kirina ser kampa Mexmûrê, ew kempa ku di bin serperiştiya NY’ê de ye û ev demeke ji li hember dûrpêça  hikumeta Başûrê kurdistanê dinalîne. Mixabin di wê êrişê de jin û zarok hatine kuştin.

Em ji bilî ku êrişên dewleta Tirkiyeyê ya li ser xelkê sivîlê Kurdistanê şermezar dikin. Bang li gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, hişyar bin û derfetê nedene dagîrker û neyaran ku agirê nakokiya navxweyî geş bikin.

Dewleta Tirk û neyarên din jî tenê bi vê yekê na sekinin. Hemû şiyanên xwe ji bo lidarxistina şerekî malwêrankeriyê yê navxweyî bikartînin. Heta di wê rêyê de Kurdan lawaz bikin û li dawiya êrişên xwe yên berbilav  li ser xelk û destkeftên Kurdistanê ewên ku bi xwîna dehan hezar şehîd û ked û têkoşîna sedan hezar têkoşeran bi dest hatiye, dest pê bikin.

Di şert û mercên weha de tevî ku şerekê navxweyî şermezariyeke mezin ji bo gelê metîne. Di heman demê de kes ji dostên gel me li hewara me nahên. Niha tevahiya cîhanê mijûlî pirsgirêk û arîşeyên xwe ne û her welat û civakek jî hemû şiyanên xwe li ser geryana ji bo dîtina çareseriya vîrusa korona û encamên wê yên aborî, rêveberî û siyasî  mezaxtiye û li paşeroja xwe dinêrin.

Gelê Kurdistan ê weke hemû gelên cîhanê, zêdetir pêdivî bi piştgîriya navxweyî û yekrêzî û hevçeperiyê heye, ne bi nakokî û şerê navxweyî. Heger gelên dinyayê bi derd û nesaxiya korona yê binale,  gelê me li hemberî tirsên mezin û kujertir de ye.

KNK daxwazeke lezgîn li YNK û PDK’ê dike, hêzên xwe yên ne pêwîst ji wan deveran û yên li hember hev rawestiyan paşve vegerînin. Pirsgrêk û arîşeyan bi rêya diyalog  û aştiyane û berpirsyarane çareser biken. Em bi hemû hêza xwe ve amadeyî her alîkariyekê ne. Ji hemû kenalên peywendiyên me re em ê hewla aramkirina vê rewşê û dîtina rêyên çareserîyê ji bo asyayîkirina vê rewşê bidin.

Her wiha KNK bang li tevahiya partî û hêzên Kurdistanî yên hemû parçeyên Kurdistanê dike, daxwaz li kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û akademîk ên Kurdistanî jî dike ku bi helwesteke welatparêzê rolê navbeynkarî û karakterê aştiyaneya vê rewşê bilîzin. Herwiha daxwazê li xelk û alîgirên  wan du hêzan û xelkê Kurdistanê jî dikin ku zêdetir li hember vê rewşê bisekinin. Êrişên medyayî û torên civakî li hember hev du rawestînin û agirê nakokiyê geş nekin.

Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi bawer in ku di nava gelê me yê Başûrê Kurdistanê, di nav rêveberên PDK û YNK’ê de, her wiha di nava endam û alîgirên wan de kesayetiyên dilsoz û xemxwerên xelkê zêde hene ku bikarin bi hekîmane nêzî rewşê bibin û  Kurdistanê ji agirê şer û karesateke navxweyî dûr bixin.”