​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin

Tevî ku Rêveberiya Xweser biryar da ku pêwîste karkerên ku rojane kar dikin ji xeteriya vegirtina Koronavîrusê bêne parastin, lê ew dibin qurbana paşguhkirina berpirsên werşeyên kar û xwediyên zeviyan.

​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin
​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin
​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin
​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin
​​​​​​​Tevî biryarên Rêveberiya Xweser lê jiyana karkeran nayê parastin
16 nîsan, 2020   04:56
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA –EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13`ê Nîsanê de komek biryarên girêdayî warê çandinî, cotkaran û karkerên ku di vî warî de kar dikin dan. Ji ber ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

Rêveberiyê bi biryarên ku dane, tevgerên cotkar û karkeran di nav zeviyan de bi nêzîkbûna mewsima çinînê re hêsan kir. Lê bi şertê ku tevahiya tedbîrên xweparastinê ji koronavîrusê werin girtin. Her wiha divê berpirsên werşeyên kar û xwediyên zeviyan rêgezên silametiyê û dûrxistina karkeran ji hev di dema veguhestinê de û dema di nav zeviyan de kar dikin, pêk bînin.

Ruxmî derketina van biryaran lê rewşa karkeran nehatiye guhertin. Berpirsên werşeyên kar û xwediyên zeviyan karkeran bi hejmarên mezin di erebeyên biçûk de vediguhêzînin. Bi vê yekê biryar û perspektîvên Rêveberiya Xweser ên di vî warî de bin pê dikin.

Karkerên bi navên Ebîr Mihemed û Welaa Elî destnîşan kirin ku ne mîna berê diçin nav zeviyan. Di erebeyekê de karker ji hev dûr disekin û hejmar ji ya berê kêmtir e.

Lê ruxmî wê her du karekeran jî gotin, ew 35 karker bi erebeyekê diçin nav zeviyan. Ev jî tê wê wateyê ku biryara Rêveberiya Xweser li gorî ku tê xwestin nayê bicihanîn. Li gorî biryara rêveberiyê di her erebeyekê de divê hejmara karkeran 10 kesî derbas neke.

Cotkarê bi navê Nîdal Rifet Şemî ê ji gundê Nîf ê li başûr rojavayê bajarê Qamişlo sedema vê vegerand ku berpirsên werşeyên kar wan biryaran nayînin cih.

Şemî got: "Îşê me bi karkeran tune ye. Em tenê pere didin berpirsê werşeyên kar. Em rojane destheqê karkeran didinê. Berpirsê werşeya kar, karkeran dibe  û tîne. Divê berpirsê werşeya kar hejmara erebeyên barkirina karkeran zêde bike. Da ku biryarê bi cih bîne."

Berpirsê werşeyek kar ê bi navê Hemîd Ebû Xalid ê ku di nav zeviyên Şemî de kar dike, got: “Em berpirsê zêdetirî 100 karkerî ne. Karker di paqijkirina zeviyan ji şînatiyên bi zirar de kar dikin. Rewşa karkeran gelek dijwar e, ji ber wê rojane kar dikin. Karker lêçûna veguhestinê didin, ger hejmara erebeyên barkirinê zêde bibin ev ji destheqê karkeran kêm dike.”

Ebû Xalid diyar kir ku di bingehê de destheqê karkeran kêm e û got: "Her karkerek di rojê de hezar heya 2 hezar lîreyên Sûriyê digire. Lewra ger erebe zêde bibin wê destheqa wan kêm bibe."

Ebo Xalid bang li xwediyên zeviyan kir ku lêçûna veguhestinê tehemul bikin û destheqê rojane mîna xwe bihêlin da ku alîkariya karkeran bikin û jiyana wan biparêzin. Ger wisa kirin wê karibe hejmara erebeyan zêde bike.

Girêdayî tedbîrên ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariyê girtine girêdayî rêbazên veguhestina karkeran û kesên biryaran muxelefe dikin hevseorka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa ji ANHA’yê re axivî.

Hêvî got: "Em pêkanîna van biryaran dişopînin. Her kesê biryarê muxelefe dike, ceza dikin. Lê di radeya yekemîn de em hewl didin vî çînê îqna bikin ku pêwîste biryaran pêk bînin, xwe biparêzin û wan li ser xeteriya pandemiyê zana bikin."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OXYLSZ8jMD0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>