Şandeya Leşkerî ya Iraqê derbarê êrîşa li Kampa Mexmûrê daxuyanî da

Şandeya Leşkerî Iraqê têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de 2 jin şehîd ketine. Li gor agahiyên dawî jî jineke din a bi giranî birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şandeya Leşkerî ya Iraqê derbarê êrîşa li Kampa Mexmûrê daxuyanî da
15 nîsan, 2020   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) saet 13:10’an sivîlên li Kampa Penaberan a Mexmûrê kirin armanc.

Hate ragihandin di êrîşê de 2 jinên sivîl dema ji bêriyê dihatin li cihê bûyerê û jina din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî ew şehîd bûye.

Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî şehadet û birîndarkirina sivîlan girtename nivîsandin.

Li dû serdanê li ser navê Şandeya Ragihandina Ceng a Iraqê daxuyaniyek hat weşandin û hat ragihandin ku di êrîşê de 3 jin şehîd ketine.

Navê jinên şehîd ketine wiha ye: Eyşê Ehmed Ferhan, Ezîme Akdogan û Hewa Akdogan.