Li wargeha Mexmûrê jiyana hezar kesî di xeteriyê de ye

Ji ber dorpêça ku PDK’ê li ser wargeha Rustem Cudî (Mexmûr) ferz kiriye, jiyana hezar kesên nexweş di xeteriyê de ye. Pêwîstiya wan bi alîkariya tenduristî ya lezgîn heye.

Li wargeha Mexmûrê jiyana hezar kesî di xeteriyê de ye
Li wargeha Mexmûrê jiyana hezar kesî di xeteriyê de ye
Li wargeha Mexmûrê jiyana hezar kesî di xeteriyê de ye
Li wargeha Mexmûrê jiyana hezar kesî di xeteriyê de ye
16 nîsan, 2020   04:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Desthilatdariya “Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Iraq” PDK’ê,  ev 10 mehe ku dorpêçek tengav li ser wargeha  Rustem Cûdî (Mexmur) a li başûrê Kurdistanê ferz kiriye. Dorpêç di 18`ê Tîrmeha 2019`an, yanî piştî kuştina cîgirê sefîrê Tirk li Hewlêrê.

Di wargehê de derdora 12 hezar kes dimînin. Niştecihên wargehê di salên 90’î ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bakurê Kurdistanê de koçber bûn. Wargeh bi navê wargeha berxwedanê hatiye binavkirin. Ji ber ku niştecihên wê xwedî cesaret û serfiraz in. Ji bo doza Kurd fedekarî pêşkêş kirin. Di her malbatekê de şehîdek an jî zêdetir hene.

Dorpêça ku desthilatdarên PDK`ê ferz kiriye, bi awayekî mezin bandor li niştecihên wê kiriye. Ev wargeh di bin sîwana Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên koçberan de ye. Lê heta niha komseriyê tu helwestek cidî li hemberî dorpêçê nîşan neda ye. Her wiha ji 2015’an ve tu alîkarî pêşkêş nekiriye.

 

ENCAMÊN DORPÊÇÊ

 

Di vê dema krîtîk a ji ber belavbûna Koronavîrusê, di wargehê de kêmtirîn pêdiviyên jiyanê tevî derman û pêdiviyên tenduristiyê jî peyda nabin. Her wiha ji ber dorpêçê sê jinan jiyana xwe ji dest dan e. Navên wan jinan wiha ne; ( Fatme Hecî Hisên, Ezîme Ehmed Lewend û Fatme Solo Qetas). Ji ber ku desthilatdarên PDK`ê nehiştin zarokek 6 salî yê nexweş biçe nexweşxaneyên  Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da, navê dayîka zarok jî Newroz Ehmed Salih e.

Ji ber dorpêçê 2 hezar karker karê xwe wenda kirin, ji 210 xwendekarên zanîngehê 10 xwendekar di sala xwendinê de biser neketin. Niha jî ji ber dorpêçê û siyasetên PDK`ê li hember xwendekarên wargehê ditirsin xwendina xwe temam bikin.

 

JIYANA ZÊDETIRÎ HEZAR KESÎ DI XETERIYÊ DE YE

 

Di nav wargehê de bi sedan kesên nexweş hene. Bi taybet di vê demê de piştî ku Koronavîrus li başûrê Kurdisatnê belav bûye. Ev nexweşî jiyana kesên xwedî pergalên parastinê yên zaîf tehdîd dike.

Li gorî serjimariya ku ajansa me bidest xistiye, hejmara kesên ku bi tansyon (xwînpestîn) ketine 310 kes in. Nexweşiya Şekir 168, dil 143, gurçik 82, bêhntengî (asthma) 60, penceşêr (kanser) 16, epîlepsî 20, wêran 11, nexweşiya tîroîdê 52, tansyon û şekir 74, tansyon, dil û şekir 23, nexweşiyên din 192, nexweşên di nav nivînan de 21, nexweşiya otîzm 30. Her wiha hejmara kesên ku temenên wan 70 sal derbas dikin 300 kes in û piraniya wan bi hewcedariya dermanan in.

Bêwar Mexmûr endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Rêveberiya wargeha Şehîd Rustem Cûdî ye. Bêwar Mexmûr ji ajansa me re ragihand ku desthilatên PDK-Iraqê li ser daxwazên dewleta Tirk a dagirker, dorpêçek tengav li wargehê ferz kiriye.

Bêwar Mexmûr diyar kir ku armanca dorpêçê jî şikandina vîna şêniyên wargehê yên ku bi cesaret û welatparêziya xwe tên naskirin e. Bêwar Mexmûr got: "Di 8`ê Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî kampê kirin. Lê şêniyan li rex hêzên parastina gel liber xwe dan û êriş şikandin. Û carek din ewlehî vegerandin kampê."

Rêveberiya wargeha Şehîd Rustem Cûdî bang li Komseriya Bilind a NY`yî ya karûbarên penaberan kir ku erka xwe bîne cih, zextê li desthilatên herêma Kurdistanê bikar bîne da ku dorpêçê bidawî bike û encamên dorpêçê jî tehemul bike.

Rêveberiya wargehê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir ku ku desteka tenduristî ji wan re pêşkêş bikin piştî belavbûna Koronavîrus li cîhanê û başûrê Kurdistanê. Bi taybet amûra testê bi navê Kît a ku ji hêla Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û paymengeha Biyas a Swêdî ve hatiye vedîtin. Rêveberiya  wargehê bi vê dixwaze rê li pêşiya derketina vîrusê di kampê de bigire. Her wiha xwendekarên ku li Hewlêrê dixwînin û niha di kampê de kirine karantînayan di testa kît re derbas bikin.

Rêveberiya Xweser rave kir ku ew amade ye alîkariyê pêşkêş bike û got: "Em ê Kît ji wargehê re rêkin."

Rêveberiya wargeha Şehîd Rustem Cûdî hewl dide rê li pêşiya derketina Koronavîrusê bigire.

(şx)

ANHA