KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

KNK’ê, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd, tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz kir.

KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be
15 nîsan, 2020   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi boneya cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro Çarşem e, ÇARŞEMA SOR E, Çarşema serê Nîsanê ye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî, xwedî wateyeke olî û dîrokî ye. Olê Êzidî yek ji olê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyeke olî, civakî û dîrokî ye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.

Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya nirx û pîroziyên dîrokî, olî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyeke mayînde ya nava civak û gelan tevahî.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeke dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê û cîhanê re derbas dibe. Niha cîhan giştî li hember nexweşiya Koronavîrusê (COVID-19) têkoşîneke mezin dide. Mixabin weke her sal gelê me wê nekaribe vê cejnê mal bi mal digere û bi awayekî girseyî pîroz bike. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên cîhanê çarenivîssaz e. Lê her çi dibe bila bibe, dîsa cejn wê bi wateya xwe bê pîrozkirin. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Çarşema Sor, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide têkoşîna li hember nexweşiyê, avakirina pêkve jîyana bi aştî û bextewerî yê.

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em wek KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”