ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2020
15 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çarşem rojeke fadil e, Melik Fexredîn ji eşiq û dil afrandibû, Nas nedikir rihetî û xefiletê, Çarşem rojeke bê hesab e, ji ba wan meleka hatî ev cewabe , Deriyên xêrê divekirîn ji rojhilat heta rojava vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Şopandina Dosyayên Girtî û Revandiyan li Sûriyê diyar kir ku komîte der barê dosyaya girtî û revandiyan de bi gelek rêxistinan re di nava têkiliyan de ye. Her wiha destnîşan kir ku amadekariyên navdewletî ji bo piştgiriya komîteyê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

CÎHAN

 

- Rojnameger û şîrovekarê siyasî Mehmûd Tahir got: “Îxwan El-Muslim hewl dide Koalîsyona Erebî bi Tirkiyê biguhere. Li ser vê yekê Tirkiyê xwe amade dike ku dest deyne ser  peravên Yemenê.” (BI WÊNE).

 

CIVAK Û JIYAN

 

- Xwediyên patozan ên kantona Şehbayê  li gel zehmetiyên ji ber dorpêça ku rêveberiya hikumeta Sûriyê li wan ferz kiriye, amedekariyên berhevkirina hilberînê dikin. Tê payîn ku mewisma patozê di navîna meha Gulanê de destpê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku Komîteya Zimhêrê bazirgan û froşkaran ji ber keysbaziya bihayan, muxelefe kirin, lê dîsa jî bi bihayan dileyîzin. Şêniyan bang kirin ku  kirêyên malan û dikanan mîna îsniyatîfên ku li bajarên kantona Qamişlo hatine meşandin ji wan neyên standin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê li dijî Koronavîrusê banga xweparastin û pêkanîna qedexeya derketina derve kirin û gotin xweparastin ji dermanan baştir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 

ANHA