KCK: Divê hêzên bûne sedema aloziya li Zînî Wertê vegerin qadên xwe

Komîteya Karê Derve ya KCK’ê piştrast kir ku PDK’ê hêzeke nû şandiye herêma Zînî Wertê û diyar kir ku der barê vê yekê de bi fikar e ku rageşî di navbera hêzên Kurd de zêdetir bibe.

KCK: Divê hêzên bûne sedema aloziya li Zînî Wertê vegerin qadên xwe
15 nîsan, 2020   05:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Karê Derve ya KCK'ê jî îro piştrast kir ku PDK’ê hêzeke nû şandiye herêma Zînî Wertê û bal kişand ku fikar heye ev yek rageşiya di navbeyna hêzên Kurd de zêdetir bike. Komîteyê xwest ku gelê Başûr der barê rewşê de bi histyar be, ji bo ku rageşî zêdetir nebe li ser partiyan zextê bike û pêşiyê li vê plana dewleta Tirk ku dîsa dixwazin Kurdan bi hev bidin şikandin, bigire. Komîteyê bang li hêzên ku bûne sedema aloziyê jî kir ku vegerin qadên xwe.

Devera Zînî Wertê ev demeke di rojevê de ye û her ku diçe aloz dibe. Zînî Wertê girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye, lê herêmeke dikeve nava sînorên di bin serweriya rêveberiya YNK’ê de. Ev der Herêma Raperîn û Soran bi hev ve girê dide, her wiha dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê, lewma jî cihekî stratejîk e. Demek beriya niha di navbera YNK û PDK’ê de li ser herêmê alozî çêbûbû, piştî nîqaşan her du aliyan lihev kiribûn ku lîwaya 7 a piyade girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e û ji hêzên YNK û PDK’ê pêk tê, li herêmê bi cih bibe. Paşê hatibû îdîakirin ev hêz ji herêmê vekişiyaye û tenê hêzên ser bi YNK’ê ve li herêmê bi cih bûne.

Duh jî hatibû gotin ku PDK’ê hêzek nû û çekên giran şandine herêmê û alozî zêdetir bû.

Der barê mijarê de Komîteya Karê Derve ya KCK'ê jî îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

''Em ji roja pêşî ve li ser rewşa taloke ya li herêmê dest pê kirî baldar in. Bi gelê wê herêmê re me hin dan û standin kir. Gelê me diyar kir rewşa taloke ya ku hatî afirandin ne di berjewendiya Kurdan de ye, vê naxwazin, heke ev bibe jî wê bi dilê dewleta Tirk bibe, hemû hêzên Kurd jî li vê baldar bin. Em vê hesasiyeta gelê xwe bi raya giştî re par ve dikin, em bang li gelê me yê li tevahiya Başûr, li derdorên herî bihistyar ên civaka rewşenbîr, nivîskar û hunermendan dikin ji bo ku pêşî li vê were girtin, tev bigerin. Ji ber, heke dîsa Kurd bi hev bikevin ev ê tenê bi kêrî dijminê Kurdistanê û dewleta Tirk û AKP'ê were.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên bûne sedema aloziyê hat kirin ku vekişin qadên xwe.