Komîteya Şopandina Dosyayên Girtî û Revandiyan dest bi kar kir

Endama Komîteya Şopandina Dosyayên Girtî û Revandiyan li Sûriyê diyar kir ku komîte der barê dosyaya girtî û revandiyan de bi gelek rêxistinan re di nava têkiliyan de ye. Her wiha destnîşan kir ku amadekariyên navdewletî ji bo piştgiriya komîteyê hene.

Komîteya Şopandina Dosyayên Girtî û Revandiyan dest bi kar kir
15 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – BOTAN HISÊN

Di çarçoveya banga Neteweyên Yekbûyî ya serbestberdana girtiyan ji ber xeteriya Koronavîrusê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) roja 4‘ê Nîsanê bi civînek çapemeniyê ragihand ku wan komîteyek ji bo şopandina dosyayên girtî û revandiyan ava kirine.

 

‘ÇARENÛSA BI SEDAN KESÎ NE DIYAR E‘

 

Komîteya Şopandina Dosyayên Girtî û Revandiyan li Sûriyê ji 8 kesan pêk tê. Erka vê komîteyê bi hemû rêxistin û desteyên têkildarî girtî û revandiyan  re bikeve nava têkiliyan. Endamê Komîteyê Egîd Ferhan Îbrahîm diyar kir ku ji ber aloziya Sûriyê ya ku ketiye sala xwe ya dehan bi deh hezaran kes hatin girtin û revandin, çarenûsa bi sedan ne diyar e.

Egîd Îbrahîm destnîşan kir ku dosyaya girtî û revandiyan di lihevkirinên Astana û Cinêvê de dihatin nîqaşkirin, lê  ji bo berjewendî û ajnîdeyên siyasî yên aliyên danûstandinan dihat bikaranîn.

 

‘PIŞTÎ BANGEWAZIYÊN NAVNETEWÎ KOMÎTE HATE AVAKIRIN‘

 

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de got: “Komîte li ser banga Neteweyên Yekbûyî ya serbestberdana girtiyan û agirbestê ya piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê hate avakirin. Endamên komîteyê ne girêdayî tu aliyên siyasî yên li Sûriyê ne, erka wan rewşa girtî, revandî û windayan bizane û bi hemû aliyên têkildar re bêyî cûdabûn bikeve nava têkiliyan da ku serbest bêne berdan û çarenûsa wan were diyarkirin."

Egîd Îbrahîm diyar kir ku komîte bi hemû aliyên sûrî re di nava têkiliyan de ye, her wiha der barê girtî û revandiyan de agahiyan kom dike da ku dosyayên taybet bi wan amade bike. Îbrahîm anî ziman ku gava yekem berhevkirina nav û daneyan û aliyên ku revandine an girtin bizane da ku bi wan bikeve nava peywendiyan.

Îbrahîm eşkere kir ku ew bi gelek aliyên navdewletî re têkilî çêkirin da ku erk û xebata xwe bi wan bidin nasîn û got: "Di nav de Buroya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Biderson  ku amadekariyên xwe yên hevkariyê bi komîteyê re nîşan da."

Îbrahîm da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî û hevkariya xwe bi komîteyê re anî ziman.

Endamê Komîteya "Sûrî ji bo girtî û revandiyan" Egîd Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên Sûriyê kir çareseriyeke dawîn ji bo dosyaya girtî û revandiyan peyda bikin û got: "Ev dosya di raydeya yekemîn de dosyayek mirovî ye û girêdayî gelê Sûriyê ye. Bi deh hezaran malbatên Sûrî hene, li benda girtina agahiyekê ji xizmên xwe yên girtî û revandî ne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_cunWUfe1IM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>