Çeteyekî Sûrî ku Tirkiyê şandî Lîbyayê: Em xapandin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li eniyên Bosilîm û Hedbe yên başûrê Trablusê hejmarek çeteyên ji Sûriyê yên ku li gel Hikûmeta Wîfaq Wetanî şer dikin, girtin.

Çeteyekî Sûrî ku Tirkiyê şandî Lîbyayê: Em xapandin
14 nîsan, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekî de ku Artêşa Niştimanî ya Lîbya li ser tevna civakî parve kiriye, çeteyên hatine girtin li xwe mikur tên ku Tirkiyê wan leşker kiriye û şandiye Lîbyayê da ku li dijî artêşa Lîbya li bermaberî 2 dolar mehane şer bikin.

Çeteyek bi navê Mihemed Îtabî li xwe mikur tê ku endamê Cebhet El-Nusra ye û dibêje: "Ez şîret li şervanên Sûriyê dikim ku neyên Lîbya, em xapandin û 2 hezar dolar nedan me."

Hema çete behsa rêwîtiya ku di dawiyê de gihaştiye eniyên şer ên Lîbyayê kir û destnîşan kir ku ji Idlibê bi rêya balafirgeha Stenbol a Tirkiyê di Gazî Entab re piştre gihaşt balfirgeha Matîqa ya li Terablusê. Ji wir bi rêya otobusan şandin eniyên şer li Terablusê.

(şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tc8c3mh8x4A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>