Çarşema Sor roja vejînê ye

Çarşema Sor roja vejînê ye
15 nîsan, 2020   04:20
SÎPAN SILO-RÊNAS REMO

Çarşem rojeke fadil e, Melik Fexredîn ji eşiq û dil afrandibû, Nas nedikir rihetî û xefiletê

Çarşem rojeke bê hesab e Ji ba wan meleka hatî ev cewabe

Derîyên xêrê divekirîn ji rojhilat heta rojava

Ev ayînên ola Êzîdî girêdayî Çarşema Sor in. Bi duakirinê û spaskirina Tawosê Melek temam dibin.

ÇÎROKA PEYDABÛNÊ (afirandina dinyayê)

Tevî ku her olek ayîn û baweriyên wê cuda ne lê navaroka hemûyan yek e û banga îbadeta xwedê û yekbûna wî dikin û ew afrînerê vê erdê ye.

Ola Êzidî jî bawer dike ku xwedê jiyan roja Çarşemê vejandiye. Li cem Êzidiyan ew roja  afirandinê ye.

Ji ber ku Êzidî di dirêjahiya dîrokê de ji ber êrişên domdar li dijî wan, piraniya çanda xwe ya olî wenda kirine. Lê agahiyên xwe ji beytên olî werdigirin. Di beyta aferîna dinyayê de tê gotin:

Xwedawendê me înê kir esas e

Şemî boyê berê kiras e

 

ÇARŞEM BOYÊ KIR XILAS E

 

Çarşema yekemîn ji meha Nîsanê li gorî salnameya rojhilat (kurmancî) wek cejna Kurdên Êzidî tê hesibandin. Bi navê Çarşema Sor tê binavkirin an jî sersala Êzidî. Ev cejn di biharê de tê pîrozkirin. Dema gul, kulîlik û xecxecog dipişkivin û xweza bi wan rengîn dibe. Li gorî oldarên Êzidî û temenmezinan navê cejnê ji rengê Xecxecogê hatiye.

Ji aliyekî din ve hinek dibêje gelê Êzidî di gelek imperatoriyan de gelek xwîn rijandiye.

Mamosteyê ola Êzidî Nesîm Şemo dibêje mîtolojiya Êzidî îşaretpê dike ku dinya destpêkê tarî û mij bû. Li ser wê tebeqeyek qeşe hebû. Xwedê jî Tawosê Melek roja Çarşemê şand Erdê da ku ava bike. Tê de jiyanê vejîne. Bi fermana Xwedê Tawosê Melek wek firindeya Tawos cara yekemîn li Laleşê (cihê hecê êzidiyan) daket erdê. Laleş li herêma Şîxan li başûrê Kurdistanê ye. Ji ber hebûna qeşeyê, Tawos li ser darê Hirar darê xwedayê mezin disekine. Bi hêza xweda bi germahiya rojê tebeqeya qeşe dihele  û rastiya rûyê erdê derdikeve. Erd bi gul û kulîlikên rengîn xwe dixemlîne. Sor, zer û kesk. Ji ber wê ev roj wek roja destpêka biharê hate hesibandin û bi sersala Êzidî lê hatebinavkirin.

Li gorî oldaran heta sala 612 beriya zayînê Kurdan ev roj wek rojek olî dihat pîrozkirin. Lê piştî gelê Kurd azadiya xwe ji  imperatoriyên herî mezin a wê demê de bidest axa Kurdistanê bi xwîna gelê Kurd hate avdan. Di vê rojê de êrişek li dijî imperatoriya Medya ya Kurd pêk hat. Ji ber wê ev cejn veguherî cejnek olî û neteweyî. Heta ku Şêx Adî Bin Misafir El-Hikarî yê ku wek lêvegerek olî ji ola Êzidî re tê hesibandin di hinek beytan de behsa vê mijarê dike:

Çarşema serê Nîsanê

Şêx Adî , şêx Şims xweste dîwanê

Xwedê berê xwe dide Êzdîxanê

Ewe cejna Kurdistanê

Bi rasthatina cejnê re di Çarşema yekemîn a meha Nîsanê de li gorî salnameya rojhilat, gelê Êzidî amadekariyên cejnê dikin. Cejna Çarşema Sor an jî sersala Êzidî yan jî roja vejînê. Ji afirandina erdê destpê bike heya xuluqandina tevahiya zindiyan. Ev roj wek cejnek pîroz di ola Êzidî de tê hesibandin.

Di vê rojê de Êzidî sibê zû şiyar dibin, cilên herî xwişkên li xwe dikin û qurbanan şerjê dikin. Her yek li gorî derfeta xwe ya abor(berx, gîsk, çêl…). Deriyên malên xwe bi gul û xecxecogê dixemlînin.

Di dema ku jin bi amadekirina xwarinan re mijul dibin, keç û xort 12 hêkên kelandî reng dikin. her sê hêk bi rengê demsalekê boyax dikin. Dikin sîniyekê û didinîn navenda malê. Li cem êzidiyan hêk sembola giloverbûna cîhanê ye. Êzidî beriya zanyarê Îtalî yê navdar Galîlo bi hezaran salan zanîn ku erd gilover e. Kelandina hêkê jî tê wateya cemedkirina erdê. Qaliqên hêkê piştî kelandinê îşareta helandina tebeqeya qeşeyê li ser rûyê erdê. Boyaxkirina wê jî rengên gul û kulîlikên ku bi hatina Tawosê Melek re rengîn bûne destnîşan dike. Yanî biharê, bihar jî destpêka jiyanê ye.

Gelê Êzidî roja Sêşemê beriya cejnê serdana gorên miriyan dikin. Jin jî hinek hêk, şêranî û fêkî bi xwe re dibin û di nav xwe de û li ser xizanan belav dikin.

Gelek kevnşopiyên kevin ên taybet bi vê cejnê hene. Jê di vê mehê de cot nayê ajotin û ax nayê kolandin. Ji ber ku gul, kulîlik û piraniya giya di vê mehê de dipişkivin. Her wiha zewac jî di vê mehê de qedexe ye. Tê bawerkirin ku anîna bûkekê di vê mehê de wê xem  û derd ji xwediyê male re bîne. Tê gotin meha Nîsanê bi xwe dawetek e. Ji ber wê meha Nîsanê bi navê Bûka Salê binav dikin.

Nîsan bûka salê, di ser xwe re bûk nîn e.

 

ÊZIDÎ LI ROJAVA Û ÇARŞEMA SOR

 

Li Rojava Êzidî li herêmên Cizîr û Efrîn, taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê dimînin. Bi Êzidî, Kurd, Suryan di herêmên ku lê hene de şahiyên kulturî lidar dixistin. Stran û dîlan ji çanda Kurd û bernameyên çandî û şanoyên girêdayî ola Êzidî dihatin pêşendan.

Êzidî li Rojava tevahiya ayînên cenjnan ji bilî ayînên ku li Lalşê tînin cih.

Bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja Çarşema Sor wek batlaneyek fermî li tevahiya saziyên fermî yên rêveberiyên ku hatin avakirin, hate diyarkirin. Tevî lidarxistina şahiyan û vejandina çanda cejnê di civakê de.

Lê artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwede  li dijî Efrînê gundên Êzidî kirin hedef. Di encamê de gelek şênî şehîd ketin û birîndar bûn. Ji ber tirsa pêkanîna komkujiyan li dijî êzidiyan û vegerandina dîroka fermanan li Efrînê, Êzidî warên xwe li Efrînê berdan û tevî bi hezaran efrîniyan berê xwe dan kantona Şehbayê. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker mezarên olî wêran kirin. Jê ya herî kevin Barsa Xatûn li gundê Qastel Cindo. Êzidî serdana mezarê dikirin da ku dua bikin ji bo ku hêviyên wan pêk werin. Gelek dîmen li ser malperên têgihiştina civakî hatin belavkirin tê de asta hovîtiya çeteyan li dijî Êzidiyan û gelê Kurd diyar bûn. Çeteyan ji êzidî û gelê Kurd re gotinên nexweş û dermirovî gotin. Her wiha li wan ola islamê û cûyîna mizgeftan ferz kirin.

Li rex talankirina milkên êzidiyan bi hinceta ku ji wan re helal e, çeteyên dagirkera Tirk peykera Zeredeşt a ku li ber navenda Komeleya Çandî ya Êzidî hatibû danîn şikandin û navenda komeleyê şewitandin.

Di vê dawiyê de jî li Serêkaniyê Êzidî rastî êrişan ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatin. Çeteyan zêdetirî 8 gundên êzidî talan kirin û şêniyên wan gundan dan koçberkirin. Li bajarê Serêkaniyê jî şaxek Mala Êzidî ya herêma Cizîrê hebû.

 

ŞENGAL Û ÇARŞEMA SOR

Piştî şer û fermanên li dijî gelê Êzidî li Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve ji kuştin, revandin, destavêtin û revandin, lê gelê Êzidî berxwedana li dijî terorê bi alîkariya hêzên Gêrîla pejirand. Gêrîla Şengal vegerandin û teror şikandin. Niha Êzidî li Şengal û Laleşê tevahiya ayînên xwe pêk tînin.

Îsal ji ber belavbûna Koronavîrûsê li gelek dewletên cîhanê Çarşema Sor tenê bi lidarxistina ayînên olî tê pîrozkirin.

(şx)

ANHA