Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê sersala Êzidî (Cejna Çarşema Sor) li civaka êzidî û cîhana azad pîroz kir û got: "Ev roj, roja vejîn, destpêka jiyanê û afirandina erdê  û tevahiya zindiyan e."

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê cejna Çarşema Sor pîroz kir
14 nîsan, 2020   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê cejna Sersala Êzidî pîroz kir û got:

"Civakar Êzidî her sal cejna Çarşema Sor di 15`ê Nîsanê de pîroz dike. Ev roj, roja vejîn, destpêka jiyanê û afirandina erdê  û tevahiya zindiyan e. Li gorî baweriya Êzidiyatî di vê rojê de deriyê xêr ji rojhilatê wê heta rojavayê wê tê vekirin.

Di dema ku cîhan di şertên dijwar re ji ber belavbûna Koronavîrusê derbas dibe, rojane desthilatên pozbilind û dagirker gelek binpêkirinan li dijî mafên mirovan pêk tînin, bêyî ku bi berpirsyariyê bihesin û bi cîhanê re li dijî vê pandemiyê bisekinin.

Bi vê boneyê û di dema ku em birayên xwe yên Êzidî bi Sersala Êzidî pîroz dikin de, em spasiya gelê xwe dikin ji ber ku biryarên Rêveberiya Xweser, saziyên ewlekariyê û tenduristiyê yên li dijî Koronavîrusê dane anîn cih. Ev vê wek destkeftiyekê dihesbînin. Her wiha asta pêşketina zanabûna civakî ya gelê me rave dike. Em hêvî dikin ku ev bone bibe kilîta aştî, aramî û jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de."

(şx)

ANHA