Di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyê 107 kes mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, anî ziman ku heya niha hejmara kesên bi şewba Koronayê ketine bûye 65 hezar û 111 û yên jiyana xwe ji dest dane jî bûye hezar û 403.

Di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyê 107 kes mirin
14 nîsan, 2020   18:02
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daxuyanî da û daneyên dawî yên Covîd-19'yê parve kirin. 

Koca, diyar kir ku lez û beza belavbûna şewbê hatiye kontrolkirin û got, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê di 4 hezar û 62 kesan de Koronayê hatiye tespîtkirin û 107 kesî jî jiyana xwe ji dest daye. 

Her wiha Koca daxuyand ku heya niha 65 hezar û 111 kes bi Koronayê ketine û got, di 24 saetên dawî de 107 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên heya niha mirine bûye hezar û 403.