Li Başûrê Kurdistanê 4 kes bi vîursa Koronayê mirine, 331 jî nexweş in

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyek eşkere kir di nava 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê tenê zilamek temen 65 salî li Derbendîxanê bi Koronayê ketiye.

Li Başûrê Kurdistanê 4 kes bi vîursa Koronayê mirine, 331 jî nexweş in
14 nîsan, 2020   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarê daneyên dawî yên vîrusê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê  de hate diyarkirin li Herêma Kurdistanê hezar û 157 kes di karantînayê de ne,  her wiha di 24 saetên dawî de jî 170 welatiyên din ketine karantînayê.

Hate diyarkirin di 24 saetên dawî de  hezar û 196 testên virusê hatine çêkirin, ji vana tenê testa welatiyek temen 65 salî yê ji navçeya Derbendîxanê pozitif derket.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Herêma Kurdistanê bi giştî 331 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 4 kes mirine û 194 kes jî rewşa wan baş bûne.