SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin

SOHR, ragihand ku 190 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk di şerên li Lîbyayê de hatine kuştin. SOHR, diyar kir ku Tirkiyê beşek nû ya çeteyan dişîne Lîbyayê.

SOHR: 190 çeteyên ji Sûriyê li Lîbyayê hatine kuştin
14 nîsan, 2020   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Tirkiyê beşek nû ya çeteyên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê û diyar kir ku bi dehan çeteyên ji Sûriyê gihiştin Lîbyayê da ku li gel "Hikûmeta Wîfaq Wetenî" li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer bikin.

SOHR, diyar kir ku li gelek eniyên Lîbyayê di navbera herdu aliyan de şerên giran rû dide.

SOHR, destnîşan kir ku 8 çeteyên din ên Sûrî di şer de hatin kuştin û da zanîn ku hejmara çeteyên Sûrî yên di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin bû 190. Li aliyekî din jî Artêşa Niştimmanî ya Lîbyayê di nava çend saetên derbasbûyî de 5 çeteyên Sûrî giritn.

SOHR, her wiha diyar kir ku Tirkiyê şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve didomîne û got, beşek nû ku bi kêmanî ji 150 endamên çeteyên koma "Sultan Murad" pêk ku berî çend rojan ji navenda bajarê Efîrnê derket û bi basên veguhestinê yên Tirkiyê gihiştin sînorê, her wiha bi dehan komên din ji bajarên Cerablus û Babê gihiştin nuqteya kombûnê ya li herêma Hewar Kilis.

SOHR got, derdora 300 çeteyên Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal û Feyleq El-Şam roja înê gihiştin Lîbyayê.

Hejmara çeteyên Sûriyê yên li Lîbyayê bû 5 hezar û 50. Her wiha hejmara çeteyên ku gihiştine baregehên Tirkiyê ji perwerdeyê gihişt derdora hezar û 950.