Şêxo: Siyasetmedar û ramyarên di girtîgehên Tirkiyê de li beramber xetereya mirinê ne

Hevserokê meclisa PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo diyar kir ku li gel berbelavbûna Koronavîrusê di girtîgehên dewleta Tirk de, lê dewleta Tirk siyasetmedar û ramyaran, nexasim li Îmraliyê, bi xetereya mirinê re rû bi rû dihêle.

Şêxo: Siyasetmedar û ramyarên di girtîgehên Tirkiyê de li beramber xetereya mirinê ne
14 nîsan, 2020   12:43
KOBANÊ

Desthilatdarên Tirkiyê li ser zimanê wezîrê edaletê duh ragihand ku 17 girtiyên di 5 girtîgehan de bi Koronavîrusê ketine, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û hin li nexweşxaneyan in.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa PYD’ê şaxê herêma Firatê Ehmed Şêxo got girtîgeh û cihên girtî zêdetir li beramberî xetereya Koronavîrusê ne, nexasim jî li Tirkiyê ku di girtîgehên wê de girtiyên siyasî hene. Ev jî metirsiyên mezin li gel gelê Kurd têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan de ku li girtîgeha Îmraliyê ye, her wiha bi deh hezaran girtiyên din çêdike.

Dewleta Tirk bi bilindbûna hejmara kesên li welêt bi vîrusê ketine piştî qanûna ji parlamentoyê têkildarî tenê serbestberdana sûcdarên edlî derketiye, nîqaş çêkir, ji ber ku qanûn li ser girtiyên siyasî û rojnamgeran ne derbasdar e.

Şêxo wiha got: "Dewleta Tirk 3 kesên di girtîgehan de mirine, ragihand, lê gumanên me li ser vê yekê hene, her wiha metirsiyên me der heqê girtîgeha Îmraliyê de hene. Dewleta Tirk rastiyê vedişêre. Dibe ku hejmar ji wê bilindtir be. Ji lew re divê desthilat vê rewşê baş fêm bikin, xetere li dijî tevahî mirovahiyê heye, dê serbestberdana girtiyan karesata mezin sivik bike."

Li aliyekî din duh jî TEV-DEM’ê daxuyaniyeke nivîskî der barê mijarê de da û tê de bang li tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî, di serî de rêxistinên NY’yê kir ku balê bikişînin ser girtîgehên dewleta Tirk, her wiha li hember kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî Îmralî û girtiyên siyasî li gel berbelavbûna pandemiya Koronavîrusê berpirsiyar bin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LrQ5zbIGUxY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>