TEV-DEM: Çarşema Sor aştî û jiyana hevpar a pêkhateyên Mezopotamyayê ye

TEV-DEM‘ê cejna Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û got "Cewhera Çarşema Sor aştî û jiyana hevpar a di navbera tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê de ye."

TEV-DEM: Çarşema Sor aştî û jiyana hevpar a pêkhateyên Mezopotamyayê ye
14 nîsan, 2020   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokrîatk (TEV-DEM) bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Di destpêkê de em ceja Çarşema Sor li gelê Kurd bi giştî, êzidî bi taybet, di serî de rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, têkoşeran û şervanên li eniyên şer pîroz dikin.

Cejna Çarşema Sor sersala gelên Mezpotamiyayê ye. Ew gel bi navên cuda heta niha pîroz dikin. Lê Kurdên êzidî resenî, dîrok û cewhera vê cejnê parastiye. Cejn ji aliyê olî û nîştimanî ve wateyên mezin û pîroz dide. Çarşema Sor di destpêka meha Nîsanê de li gorî salnameya rojhilat tê. Xweza rengê kesk li xwe dike û ji nû ve bi gulên rengîn dixemile. Ev bone roja vejîna jiyanê ye. Wateya berdewamiyê li ser bingeh û felsefeyeke nû dide. Nirxên mirovahiyê ên berz diparêze. Cewhera Çarşema Sor aştî û jiyana hevpar di navbera tevahiya pêkhateyên Mezopotamyayê de ye.

Di dema cejna Çarşema Sor de, mixabin cîhan li hember xeternaktirîn pandemiya bi navê Koronavîrusê ye. Lewra hêkên rengîn wê wek sembola cejnê di her malekê de bimînin bêyî ku ji mal derkevin. Ji kombûnan dûr bikevin û perspektîfên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih.

Em spasiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteyên tenduristiyê dikin, ji ber kedên wan li dijî pandemiya cîhanî. Divê em civakên xwe ji vê vîrusê biparêzin, bi taybet li gel ku sînorên me bi dewletên dagirker û terorîstên re ku hewl didin vê vîrusê bi tevahiya rêbazan derbasî herêmên me bikin.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk em vê boneyê careke din li tevahiya gelan, di serî de êzidî, pîroz dikin. Em vê cejna dîrokî û resen li wan pîroz dikin. Em bang li tevahiya hêzên aştiyê yên cîhanî û gelên Rojhilata Navîn dikin ku li gorî rêgezên jiyana hevpar, biratiya gelan û yekitiya çarenûsa hev bigirin.

Em tevahî cejnên xwe yên olî, neteweyî û nîştimanî li ser bingeh, prensîp û felsfeya neteweya demokratîk pîroz bikin."

(şx)

ANHA