Nasnameyên 2 şehîdên YBŞ’ê hatin aşkerakirin

YBŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin. YBŞ’ê diyar kir ku her du şervanên wan ji ber teqîna mayineke ji bermahiyên DAIŞ’ê şehîd bûn û 3 şervanên din jî birîndar bûne.

Nasnameyên 2 şehîdên YBŞ’ê hatin aşkerakirin
14 nîsan, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YBŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku duh li bajarokê Tilezêr ê Şengalê mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiyaye û di encamê de şervanên wan Serhad Elzero û Serhildan Elzero şehîd bûne.   

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn: “Çawa ku di fermanê de, di şert û mercên herî zor û zehmet de me erkên parastina ax û gelê xwe pêk anîbin, di roja me ya îro de jî di oxira wê de bedelên wê çi dibe bila bibe, em ê bidin û erkên xwe yê parastinê pêk bînin. Bila dijmin, dost û gelê me bizane ku şervanên YBŞ’ê ji bo vî gelî, xwe kiriye mertal. Şert û merc çi dibe bila bibe, em amade ne ku ji bo gelê xwe tişta ku tê xwestin, bidin û em didin jî.”

Daxuyaniyê bal kişand ser têkoşîna her du şehîdan û wiha pê de çû: “Hevrêyên me Serhildan û Serhed, bi dilsoziyeke mezin tev li vê têkoşînê bûn û pêşengî kirin. Bi fedakarî û wêrekî, di hemû çeperan de cihê xwe girtin. Hevrêyên me Serhildan û Serhed çawa ku bûn şopdarên Berîvan, Gulçîn, Berxwedan û Zerdeştan, em ê şopdarên hevrêyên xwe soza pêkanîna hêvî û armancên wan, têkoşîna xwe xurtkirin, azadî û mafê gelê xwe bidestxistinê didin. Ev erka me ya sereke ye. Li ser vî esasî em di serî de ji malbatê hevrêyên xwe û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:            

 

Nasnav: Serhad Elzero
Nav û Paşnav: Xalid Hesen Xidir
Cîhê Jidayikbûnê: Tilezêr
Dayik-Bav: Sêvê Mirad Hecî Nûrê – Hesen Xidir Miço
Cih û Dîroka Şehadetê: Tilezêr/13.04.2020

***

 

Nasnav: Serhildan Elzero
Nav û Paşnav: Heydar Naîf Xidir
Cîhê Jidayikbûnê: Tilezêr
Dayik-Bav: Leylo Şeref Berekat – Naîf Xidir Miço
Cih û Dîroka Şehadetê: Tilezêr/13.04.2020

ANHA