Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk ên li dijî şehîdan şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk êm der barê şehîd Egîd Îpek de şermezar kirin û diyar kir ku ev kiryar exlaqê AKP’ê ye ku dîroka wê ya reş nîşan dide.

Malbatên şehîdan kiryarên dewleta Tirk ên li dijî şehîdan şermezar kirin
14 nîsan, 2020   10:58
HELEB

Bertekên gel ên li dijî kiryarên dewleta Tirk ên der barê gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê de piştî şandina hestiyên şehîd Egîd Îpek ê şervanê HPG’ê bi rêya pakêtekê ji malbatê re, zêde dibin.

Der barê şermezarkiirna vê kiryarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyand da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelîxe Qenber tevî beşdariya çend endamên meclisê daxuyanî li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev kiryar nûnertiya exlaqê gelê Tirkiyê nake, lê nûnertiya exlaqê AKP’ê dike, her wiha ev ne tiştek li ser hikumeta Tirkiyê ya ku dîroka wê reş e, ne biyanî ye. Her wiha bi sed salan xaka gelên herêmê û gelên ereb dagir kir û ciwanên wan ji bo berjewendiyên xwe yên mêtînger xistin şeran. Niha jî heman metodê li pêş tevahî cîhanê pêk tîne; sivîlan dikuje, cihên pîroz û dîrokê wêran dike, şaristiyan tune dike, koçberiyê pêk tîne û demografiya herêmên dagirkirî diguhere.

Em bang li tevahî têkoşerên mafên mirovan, sazî û komeleyan dikin ku exlaqê ku hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan pêk tîne, bibînin.

Her wiha soz didin tevahî şehîd û gelê berxwedêr dê li ser şopa wan heta pêkanîna xewnên wan bimeşin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vMM6-WIDB-Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>